ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-12 09:00:03 * Li Girtîhega Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê gardiyanên birobokop êriş biribûn ser qawîşan û xwestibûn "bi darê zorê qawîşên girtiyan biguherînin." Derbarê giliya girtiyan de ya ji bo derbkirinê, bi îdiaya "heman tişt li ser laşê gardiyanan jî çêbûye" biryara "neşopandinê" hatiye dayîn.    * Bi nêzbûna salvegera cînayeta komî ya li dijî ferdên malbata wê ku bi piştgiriya dewletê nava rojê pêk hat re careke din dinya li ber çavê Emîne Şenyaşar reş û tarî dibe. Ji bo 14'ê Hezîranê ku emrêyê wê 66 salî dabeş kiriye weke roja şînê îlan bike Emîne Şenyaşar li benda "edaletê" ye.   * Li Mêrdînê derket holê ku li Navenda Tenduristiya Dev û Diranan nexweş û xebatkar 4 mehan bi radyasyoneke zêde re rû bi rû mane.    * Girtî Salih Îlmîn ku ji bo danişînê ji Xarpêtê sewqî Girtîgeha Êlihê ya Tîpa T'yê hat kirin, ji ber ku li odeyeke du kesî jimariya li ser pêyan û ferzkirin lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lêxistiye.    * Hat diyarkirin ku Rozerîn Yildiz ku notirvan Ozcan Yildiz bi çekê ew bi giranî birîndar kiriye, du caran serî li polîsan daye lê dîsa jî tevdîr nehatine girtin.    * Rojnameger Îbrahîm Êzidî destnîşan kir ku armanca peymana 9'ê Cotmehê û êrîşên li ser Şengalê fetisandina Pergala Neteweya Demokratîke û got, berxwedana jinên êzidî nahêle kesên êrişê dibin ser Pergala Neteweya Demokratîk bigihê armanca xwe.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar wê di roja 461'an de berdewam bike.    * Malêngel wê 27'emîn Lijneya xwe ya Giştî li Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Enqerê pêk bîne. (10.00)   * Sempozyûma "Di Polîtîkayên Zarokan û Bîbiriya Zarokatiyê" ku ji aliyê Komîsyona Zarokan a HDP'ê ve li Otela Startonê tê lidarxistin wê di roja duyemîn de berdewam bike. (10.30-18.00)   * Wê bi pêşengiya HDK, DTK, HDP, DBP, TUHAD-FED û TJA'yê bi şîara "Li Dijî Siyaseta Tecrîdê ji bo Parastina Azadiyê em Dimeşin Gemlîkê" Meşa Gemlîkê bê lidarxistin. (12.00-19.00) ZINDΠ   * Wê vekirina Komeleya Çand û Hunerê (ANKA) wê li navçeya Çankayayê bê kirin. (15.00)