Girtiyên ku li odeyeke du kesî ferzkirina 'hejmariya li ser pêyan' qebûl nekirin hatin derbkirin 2022-06-12 09:05:43   ÊLIH – Girtî Salih Îlmîn ku ji bo danişînê ji Xarpêtê sewqî Girtîgeha Êlihê ya Tîpa T'yê hat kirin, ji ber ku li odeyeke du kesî jimariya li ser pêyan û ferzkirina lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lêxistiye.    Girtî Salih Îlmîn ku ji Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 2'yan sewqî Girtîgeha Êlihê ya Tîpa T'yê hat kirin di dema sewqkirinê de gardiyanan lêxistiye. Gulçîn Îlmîn di 9'ê Hezîranê de çûye girtîgehê hevdîtin bi birayê xwe Salih Îlmîn re kiriye û birayê wê ragihandiye ku gardiyanan lêxistiye. Gulçîn Îlmîn ji bo tahde û zilma li girtîgehan bi daw bibe bang kir.    Îlmîn da zanîn ku birayê wê di sala 2018'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û di 7'ê Hezîranê de ji bo danişînê ew anîne Girtîgeha Êlihê û got: "Birayê min û girtiyek din di odeyekê de bûne. Di dema jimariyê de ji wan xwestine rabe ser pêyan. Wan jî gotiye du kes in û dê ranebin ser pêyan. Gardiyan jî hewl didin wan bi zorê rakin ser pêyan. Wan jî li ber xwe daye. Wan tevî sendeleiya ku li ser rûniştine davêjin derve. Di vê navê de mudaxileyî wan dikin. Gefê li wan dixwin û dibêjin, 'Her kes radibe ser pêyan çima hûn ranabin.' Birayê min ev tahdeya li wan hatiye kirin ji dozger re got."    ‘PÎVANA VÊ DERÊ EV E'   Îlmîn destnîşan kir ku gardiyan lêgerîna tazî jî li birayê wê û girtiyê din ên li cem wî ferz kirine û got, heman tiştê xirab tînin serê serdêran jî. Îlmîn diyar kir ku di 9'ê Hezîranê de ji bo hevdîtina vekirî çûye girtîgehê û li wir bi kiryarên wekî îşkenceyê re rû bi rû mane. Îlmîn got: "Du caran lêgerîn çêbû. Lêgerîneke wekî ya tazî çêbû. Me qebûl nekir. Me got, ev dijî rûmeta mirovan e. Pirsî, çima hûn wisa dikin? Gotin, 'Pîvana vê derê ev e. Ger hûn pê aciz dibin careke din neyên.' Jixwe demeke dirêj bi hinceta pandemiyê hevdîtin tune bûn. Qedexe rabû, lê em bi vî awayî bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Hem tahdeyê li girtiyan hem jî li serdêran dikin. Bila ev îşkence bi dawî bibe. Êdî bes e."    BANGAWAZÎ   Îlmîn anî ziman ku têkildarî van pêkanînan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê dane û ji bo bidawîbûna vê îşkence û zilmê bang kir.    Îlmîn da zanîn ku birayê wê di 10'ê Hezîranê de cardin birine Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 2'yan.    MA / Fethî Balaman