Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî 2022-06-12 11:29:16   AMED - Karkerê Ji Amedê Ahmet Aydin, diyar kir ku ji ber muzîka kurdî guhdar kiriye karsazê AKP'î Seyfûllah Yildiz wî ji kar derxistiye û piştre jî gefa kuştinê lê xwariye û dest daninye ser malzemeyên wî.    Li Xarpêtê, Serokê Lijneya Rêveberiya Şîrketa Ceyranê ya Yildizlar Seyfûllah Yildiz ku nezî AKP'ê ye, ji ber ku muzîka kurdî guhdar kiriye hostayê qalib Ahmet Aydin ji kar derxist. Her wiha hat angaştkirin ku Yildiz gefa kuştinê li karker Aydin xwariye û malzemeyên wî yên înşaetê desteser kiriye. Aydin, derbarê mijarê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û giliya karsazê AKP'î Seyfûllah Yildiz kir.    WÎ JI KAR DERXIST   Aydin, derbarê serboriya xwe de axivî û diyar kir ku ji meha sibatê ya sala 2021'an ve li Xarpêtê di karê qalib ê malên TOKÎ'yê ku ji Şîrket Yildizlar girtina de dixebite û wiha got: "Di meha gulanê de dema ku me muzika kurdî guhdar dikir Seyfûllah Yildiz hat cem me û heqaret li me kir. Yildiz got, 'Hûn bi guhdarîkirina muzîka kurdî cihêkariyê dikin, kurdî guhdar nekin'. Piştre ji cem me çû û di 26'ê gulanê de peymana me ya kar betal kir. Bi zorê peymana dev ji kar berdanê bi min da îmzekirin. Piştî ku peymanê bi me da îmzekirin got ku wê piştî du mehan malzemeyên me yên li wir radestî me bike."   AGAŞTA GEFA KUŞTINÊ   Di berdewamê de Aydin, da zanîn ku piştî 2 mehan dema ku ji bo girtina malzemeyên qalib ê hevkarê wî çûye Xarpêtê êrişî wî kirine û ev tişt got: "Piştî ku li hevkarê min dan ez bi telefonê bi Seyfûllah Yidiz re axivîm û sedema lêdana hevkarê xwe pirsî. Piştre jî ji bo ku pê re rû bi rû biaxivim çû Yildiz Înşaat a li Xarpêtê. Yildiz min bir jêrzemîne avahiyê û çekê xist serê min û gefa kuştinê li min xwar. Ji ber ku tirsiyam min hinek xwe paşve kişand û derketim jorê. Nikaribûm biçim qereqolê, polis jî li cem wan in. Nizanibûm ku biçim cem kê. Min vê li xwe qayîl nanî û ji ber ku hem li malê min hem jî li nêrîna min bêrêzî hat kirin gilî kir."   LI AMEDÊ JÎ LÊ DANE   Aydin, da zanîn ku piştî li Amedê gilî kiriye wesayîteke bi plaqeya Xarpêtê wî şopandiye û kesên di wesayîtê de lê dane û ev tişt anîn ziman: "Ji ber ku li çamika sutiyê min dan min serçavê wan nedît û xwe li erdê dît. Ji saetekê zêdetir li erdê mam. Tam nayê hişê min. Dema ku bi ser hişê xwe ve hatim çûm nexweşxaneyê. Dîsa gilî kir. Rapora min derpkirinê û delîlên min hene. Lê rexmî ku min gilî kiriye jî tu encam negirt. Ji ber ku bihêz in nikarin dozê vebikin."   JI JIYANA XWE GUMANAN DIKE   Derbarê nirxê malzemeyên xwe yên hatine desteserkirin de jî Aydin, bi lêv kir ku malzemeyên wî 600 hezar TL dikin û wiha pêde çû: "Dest danîn ser malzemeyên me. Ji bo girtina wan min serlêdan kir û daxwaznameyên min hene. Her wiha ji min re got, 'Heke xesarek bigihîje nasnameya min a siyasî ez ê te bikujim'. Ez ê heta dawiyê mafê xwe biparêzim. Hevkarê min jî îfade da û gilî kir. Tenê malzeme naxwazim. Ji ber ku heqaret li nasname û kesayeta min kir jî gilî dikim."   Aydin, diyar kir ku ji ber tiştên hatine serê wî ji jiyana xwe fikaran dike û got ku bi tirs diçe her derî û hêvî kir ku edalet cihê xwe bibîne.    MA / Mujdat Can