Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye 2022-06-12 12:15:55   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, bal kişand ser serxwebûna darazê û ev peyam parve kir: "Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesê xwedî sinc e."    Nobet Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê adara 2021'an de Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parastvanê Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar dabûn destpêkirin, di roja 461'an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftê ye malbat nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne û li ser hesabê xwe yê medya sanal parvekirin kir.    Malbatê, di parvekirina xwe de bal kişand ser serxwebûna darazê û ev peyam parve kir: "Dozger û dadgerên ku dibêjin "Ez hiqûqê di ser her tiştî de bigirim" û li ser namûs û şerefa xwe sond dixwin li cem kesên bihêz cih digirin û dema ku daxwaza biryareke ne adil ji wan tê xwestin sonda xwe ji bîr dikin. Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesê xwedî sinc e."