Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne 2022-06-12 13:46:16   AMED - Şîrketên produksiyonê yên rojnamegerên ku li Amedê hatin binçavkirin li wan dixebitîn 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne.    Li Amedê, di 8'ê hezîranê de polîsan bi ser malên rojnameger û şîrketên propduksiyonê yên rojnameger li wan dixebitin de girtin û 20 jê rojnameger 21 kesan binçav kirin. Polîsan di van serdegirtinan de gelek qamera, qompîtur, materyalên dijîtal desteser kirin. Serdegirtina polîsan a JINNEWS'ê ya li navçeya Yenîşehîrê, roja destpêkê ya operasyonê saet di 04.30'an de dest pê kiribû û saet di 07.20'an de bi dawî bûbû. Lê lêgerînên ku li avahiyên produksiyonê yên Arî û Piya dest pê kiribûn hê jî didomin.    5 ROJ IN DI BIN DORPÊÇÊ DE NE   Polîs, 5 roj in avahiya her du şîrketan a 4 qat û derdora wê dorpêç kiriye. Parêzerên ku bi dozgeriyê re hevdîtin kirin re hat ragihandin ku lêgerînên li her du şîrketan didome. Destûr nayê dayîn ku xebatkarên şîrketan bikevin avahiyên xwe.