Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin 2022-06-12 15:23:25   WAN - Li Wanê, qedexeya çalakî û bernameyan ji bo 15 rojên din jî hat dirêjkirin.    Walîtiya Wanê, qedexeya çalakî û bernameyên li bajar ku ji sala 2016'an ve didomîne ji bo 15 rojên din jî dirêj kirin. Walîtiyê, ji bo dirêjkirina qedexeyê berdewamkirina asayîşa giştî û azadî û mafên bingehîn ên kesan nîşan da.