‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’ 2022-06-13 09:04:11   STENBOL - Rojnamevanan diyar kir ku ji ber ku rojnamevanên kurd rastiyê dinivisînin bûne hedef û bang li mûxalefetê kirin ku rojnamevanan biparêzin.    Di çarçoveya lêpirsînekî Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 8’ê hezîranê daye destpêkirin de, di nav de 20 jê rojnameger 21 kes di serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Di serdagirtinên malan de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegîhanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bûlût û rojnamevan Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Suat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu û Kadîr Bayram hatibûn binçavkirin. Feynaz Koçûk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de li Gebzeyê hatibû binçavkirin. Rojnamevan li Midûriyeta Polîsan a Amedê di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û cara duyemîn dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.    Rojnamevan Zeynep Kuray, Emre Orman, Elîf Çetîner, Ersan Kinik, Merve Kavakçi, Elîf Bayburt û Hayrî Tunç, binçavkirina hempîşeyên xwe nirxandin û diyar kirin ku zext, binçavkirin û girtina rojnamegerên kurd bûye awayek sîstematîk û bertek nîşanî bêdengiya medya mûxalîf dan.    ‘DIVÊ HER KES LI ROJNAMEVANAN XWEDÎ DERKEVE’    Rojnamevan Hayrî Tunç, da zanîn ku ji salên 1990'î û vir ve zext û zordariya li ser rojnamegerên kurd her ku diçe zêde dibe û nûçeyên ku hemû binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê, windakirinên di girtîgehê de, koçberiya bi darê zorê û avêtina bîrên asîdê rojnamegerên kurd in û got: "Ji ber vê yekê ew dibin hedef. Ji ber ku sûcên kirin, ji gel re radigihînin rojnamevaniya kurdî tê terorîzekirin. Ev kevneşopî ji Apê Mûsa bigire heta îro berdewam dike. Divê her kes bi awayek eşkere xwedî li rojnamevanên kurd derveke.”    ‘ÎKTIDAR SER TENGAVIYA XWE DINIXIMÎNE’    Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Elîf Baybûrt jî anî ziman ku ji  bo ku îktidar ser tengavî û polîtîkayên xwe şaş veşêre berê xwe dide rojnamevanên kurd û got: “Demek dirêj e li ser rojnamevanên kurd zext û êrişên taybet hene. Rojnamevên ku dengê gelê kurd radigihînin, operasyonên taybet û êrişên taybet bi ser van tê kirin. Binçavkirina rojnamevên kurd li gorî rojnamevên din hindiktir dibin rojev. Divê hin bêtir xwedî li rojnamevanên kurd were derkebin. Lazim e bi her awayî piştevanî û xwedî derketina rojnamevên kurd zêdetir be.”    ‘KES NEWÊRE BINIVISÎNE’   Rojnamevan Emre Orman jî diyar kir ku rojnamevên kurd bêyî ku bitirsin gelek rastiyan li vî welatî derxistin holê û wiha got: “Mînaka vê yekê ya şênber avêtina du welatiyan a ji helîkoptêrê ye. Kesî newêribû vê binivisîne, lê rojnamevanên kurd bêtirs û xof nivîsandin. Bedelê wê jî dan. Ji ber ku rojnamevanên kurd li dijî dewletê xwedî helwest in tên girtin. Ev jî wêrekiya wan deşîfrekirina sûcên dewletê dide nîşandan. Dema rojnamevanek rojavayî tiştek tê serê wî-wê dinya radibe ser pêya. Lê dema rojnamevanên kurd tiştek tê serê wan her kes ker û lal e. Li ser rojnamevanên hêla Tirkiyeyê roman tên nivîsandin, divê jixwe wisa be jî. Lê belê ev xwedîderketin ji bo rojnamevanên kurd nayê nîşandan. Heke piştevaniyek xurt nebe, îro dora rojnamevanên kurd be sibê dora rojanemvanên din e. Divê em ji hemû medya muxalîf re sedemê vê operasyonê bêjin û bizanibin ku îro dora van e sibê dora wan. Lazim e hin bêtir xwedî derkevin.”    ‘ASAYÎ TÊ DÎTIN’    Nûçegihana Arti TV Merve Kavakçi jî anî ziman ku her tim zext li ser rojnamevan û siyasetmedarên kurd heye û got: “Zext û zordariya li ser rojnamevanên kurd ji rêzê û asayî tê dîtin. Çimkî her tim tên cihêkirin. Divê em vê qebûl nekin. Lazim e em bibin dengê rojnamevanên kurd ên di binçavan de. Divê saziyên çapemeniyê yên din jî bibin dengê rojnamevanên binçavkirî.”    ‘SÛCÊN DEWLETÊ EŞKERE DIKIN’    Nûçegihanê Îlerî Haberê Ersan Kinik jî destnîşan kir ku zextên li ser çapemeniya kurd ji berê ve heye û wiha got: “Ev zext îro jî didome. Ji ber ku li bajarên kurdan rojnamevanên kurd sûcên dewletê derdixin holê, ev zext li ser wan tê kirin. Ez dixwazim mînaka kuştina Kemal Kurkut li vir bidim. Mesele ewil medyaya hawizê wek ‘xwekuj’ serwîs kir. Lê belê edîtorê Dîhaberê Abdurrahman Gok bi wêneyên ku girtibû da nîşandan ku nûçeyên ‘xwekuj’ ne rast bûn. Her wiha dîsa avêtina du welatiyên kurd a ji helîkoptêrê heye. Rojnamevanên kurd bi tenê tên hiştin. Di asta ku tê xwestin de aliyên muxalîf têr û tije xwedî derneketin. Ez vê yekê wekî aciziyê dibînim.”    ‘RASTIYAN RADIGIHÎNIN’    Rojnamevan Elîf Çetîner jî anî ziman ku rojnamevan û medya kurdî rastiyan derdixe holê û wiha got: “Rojnamevanên kurd ji ber nûçe û bernameyên çêdikin tên binçavkirin û girtin. Gelek kes û alî vê zexta li ser rojnamevanên kurd ji nedîtî ve tên. Tişta ku ew ditirsin û nakin rojnamevanên kurd dikin. Her kes peyva kurd wek tirsê dibîne. Tişta ku tê serê rojnamevanên kurd û gelê kurd, wê li ser aliyên din jî berdewam bike. Divê tu welatî û rojnamevan ji ber van zextan xwe di ewlehiyê de nebîne. Divê her kesê ku mafê rojnamevaniyê diparêze xwedî li dijî van zextan rabe.”