Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê 2022-06-13 10:49:41   MÊRDÎN - Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Dr. Volkan Bînbaş banga pêşîlêgirtina radyasyona ku belavî Navenda Tenduristiya Dev û Diran a Mêrdînê bûye kir û xwest berpirsiyar werin cezakirin.    Navenda Tenduristiya Dev û Diran a Mêrdînê di 22’yê sibatê de derbasî avahiya xwe nû bû û dest bi xizmetê kir. Derket holê ku li Navendê 4 meh in radyasyon belav bûye. Ev belavbûna radyasyonê ya li Navendê ji raya giştî hat veşartin. Tevî ku ev 4 meh in nexweş û xebatkarên Navendê bi radyasyonê re rûbirû manej î heta niha ne Wezareta Tenduristiyê ne jî Midûriyeta Tenduristiyê ya Mêrdînê têkildarî vê meseleyê tu daxuyanî nedaye.    ‘DIVÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN’    Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Dr. Volkan Bînbaş têkildarî bûyera ku qewimî banga destpêkirina pêvajoya yasayî û daxuyaniya ji bo raya giştî kir. Bînbaş destnîşan kir ku ji bo tenduristiya nexweş û xebatkarên tenduristiyê divê demildest tevdîr bên girtin. Bînbaş anî ziman ku ev belavbûna radyasyonê rê li ber pirsgirêkek cidî ya tenduristiyê vedike û ev yek ji bo nexweşan jî rê li ber pirsgirêkek mezin a nexweşînê vedike. Bînbaş diyar kir ku tişta li nexweşxaneyê diqewime mînaka sepanên populist ên îktidarê ne ku di qada tenduristiyê de dike û li ser navê “xizmeta bil ez” tenduristiya xelkê dixe xetereyê. Binbaş destnîşan kir ku ev yek sosretî ye û ew derbarê tu lêpirsînek hatibe destpêkirin de nexwedî agahî ne û xwest demildest berpirsiyaran derbixin holê û werin cezakirin.    MA / Ahmet Kanbal