Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin 2022-06-13 11:05:29   STENBOL - Li Kadikoyê 25 kesên tev li Meşa Gemlikê bûn û ku hatibûn binçavkirin, bê parêzer îfadeyên wan ên li midûriyeta polîsan hat girtin.    KCD, HDK, TJA, DBP, HDP û MED TUHAD FED ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û bigihîje azadiya xwe Meşa Gemlikê li dar xistin. Di baskê meşê yê navçeya Kadikoya Stenbolê de nêzî 70 kesî hatibûn binçavkirin. Polîsan welatî bi lêdanê binçav kiribûn û ew biribûn Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Nêzî 7 saetan di wesayîtan de hatin sekinandin û nan û av nedan welatiyan.    ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ    Parêzerên ji bo miwekîlên xwe bibînin çûn midûriyeta polîsan negirtin hundir. Polîsan xwest kom bi kom parêzer biçin hundir. Lê parêzeran bertek nîşanî vê yekê da û diyar kirin ku ev sepanek kêfî ye. Li ser vê yekê parêzeran li ber midûriyeta polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin.    ÎFADE BÊPARÊZER HATIN GIRTIN    Vê berdestî sibêhê îfaedeyên kesên di binçavan de bêparêzer hat girtin. Bi dehan kes hatin berdan. Lê karûbarên binçavkirina 25 kesan berdewam dike. Tê payîn ku ev 25 kes di nava rojê de bibin edliyê û îfade bidin dozgeriyê. Navê binçavkiriyan wiha ye: Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk, Eylem Çelîk, Onal Yusufoglu, Ridvan Karataş, Adem Gozongu, Elîf Bulut, Erhan Bayrak, Yaşar Gul, Muruvet Kuçuk, Çîgdem Kiliçgun Uçar, Koray Turkan, Şedat Şenoglu, Nevzat Yezîz, Pinar Turk, Ezgî Gurbuz, Hatîce Denîz Aktaş, Alî Îpeklî, Halîs Bîngol, Reşat Ayata, Mehmet Masyon, Alî Emre Ecer, Ronî Goren, Îsmaîl Temel.