Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye 2022-06-13 11:07:38   RIHA - Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Îbrahîm Oyke diyar kir ku ev 4 sal in biryara “nepeniyê” li ser dosyaya qetilkirina 3 endamên malbata Şenyaşar heye û wiha got: “Dema em li vê dosyayê dinihêrin, dibînin ku li Tirkiyeyê pergala hiqûqê naxebite. Ji bo ku Emîne Şenyaşar bikare şîna xwe bigire, divê di zûtirin demê de edalet pêk were.”    Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di hilbijartinên giştî yên 24’ê hezîrana sala 2018’an de cara duyemîn bû namzet. 10 roj beriya hilbijartinê, li navçeya Pirsûsê çû serdana esnafan û bi komeke mezin re kete dikana malbata Şenyaşar û xwest xebatên hilbijartinê bike. Endamên malbata Şenyaşar jî jê re got ku mişteriyên wan ji vê qelebalixê aciz dibin û jê xwestin ku ji dikanê derkevin. Li ser vê hişyariyê jî di navbera wan de nîqaş derket. Bi derketina nîqaşê re xizm û parastvanên Yildiz bi çekan êrişî endamên malbata Şenyaşar kir.    Xizm û parastvanên Yildiz bi çek, kêr û çûyan êrişî Celal, Ferît, Mehmet, Adil û Fadil Şenyaşar kirin û bi giranî birîndar kirin. Êrişa xizm û parastvanên Yildiz, li nexweşxaneya ku birîndar lê hatibûn rakirin jî berdewam kir. Li cihê kar di encama guleyeke ku nayê zanîn ji hêla kê ve hatiye berdan, kekê Yildiz ê bi navê Mehmet Şah Yildiz birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di vê navberê de xizm û parastvanên Yildiz êrişî endamên malbata Şenyaşar kirin ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin. Bira Celal û Adil Şenyaşar li pêş çavên bi sedan xebatkarên cemaweriyê hatin qetilkirin. Haci Esvet Şenyaşar û Emîne Şenyaşar piştî ku bihîstin zarokên wan hatine birîndarkirin, berê xwe dan nexweşxaneyê. Bav Haci Esvet Şenyaşar di ketina beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ji hêla xizmên Yildiz ve li pêş çavên Emîne Şenyaşar hate lînckirin û qetilkirin.    LI PÊŞ ÇAVÊN RAYEDARÊN DEWLETÊ    Xebatkarên tenduristiyê yên nexweşxaneyê, birayên bi navên Ferît û Mehmet Şenyaşar ku bi birîndarî anîbûn nexweşxaneyê ji wir revandin û ji kuştinê xelas kirin. Ambulansa ku birîndar pê dihat veguhestin, hêj li baxçeyê nexweşxaneyê bû ku tekerên wê hatin teqandin û camên wan hatin şikandin. Di dema lînç û kuştinên li nexweşxaneyê de Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û wezîrê demê yê Wezareta Çandinî û Sewalkariyê Eşref Fakibaba jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. Tevî ku rayedarên dewletê li wir bûn û ewlekariyeke mezin li baxçe hebû jî, kamerayên nexweşxaneyê hatin dizîn û xwîna Esvet Şenyaşar a li “qada zer” mabû bi dîwaran ve jî hate boyaxkirin û tunekirin.    Fadil Şenyaşar ku bav û 2 birayên wî hatibûn qetilkirin û li nexweşxaneyeke Amedê dihat dermankirin, li ser fermana dozgeriyê sê roj piştî bûyerê ji nexweşxaneyê hate derxistin, hate binçavkirin û anîn Edliyeya Rihayê. Şenyaşar ku ser û qirika wî hatibû pêçandin û derket pêşberî dozger, li wir hîn bû ku bav û birayên wî hatine qetilkirin. Piştre jî hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê. Di demên piştre de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin û ev 4 sal in li wir di hucreya yekkesî de tê ragirtin.    4 SAL PIŞTRE BÎRANÎNA EWIL   Lêpirsîna derheqê êrişa ku li kargehê dest pê kir û li nexweşxaneyê berdewam kiribû de, weke êrişa li kargehê û ya li nexweşxaneyê bû 2 dosyayên cuda. Bi mebesta ku kujerên Haci Esvet Şenyaşar û 2 kurên wî bên girtin û darizandin û berdana Fadil Şenyaşar, dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakî bi 2 kesan dest pê kir lê di nava demekî kin de mezin bû. Dayika Emîne Şenyaşar êdî ji bo kesên li edaletê digerin bû sembolek û bi hinceta axaftinên wê yên di dema nobetê de, bi îdiaya “heqaretê” 16 lêpirsîn hatin destpêkirin û ji van lêpirsînan 5 jê veguherîn dozan. Li gel zehmetiyên şert û mercên demsalî jî malbata Şenyaşar çalakiya xwe bênavber domandin. Malbat, gelek caran bêyî ku “hincetek” were nîşandan hatin binçavkirin û polîsan dest danîn ser pankartên wan. Tevî hemû astengiyan jî malbatê çalakiya xwe 462 rojan berdewam kir. 14’ê hezîranê, salvegera komkujiyê ye û cara ewil e ku dê malbat vê komkujiyê bi girseyî pêşwazî bike. Dê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, di sersibeha roja komkujiyê de biçin serdana goristanê.    EDALETA KU EV 4 SAL IN NAYÊ   Di serî de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, AKP’iyan malbata Şenyaşar bi gotina “terorîst” hedef nîşan da û malbat neçar ma ku piştî komkujiyê koçî navenda Rihayê bibe. Ji ber vê sedemê jî di salvegera ewil a komkujiyê de bîranînek nehat kirin û malbat neçar ma ku bi awayekî veşarî biçe serdana goristanê. Bi agahdarbûna raya giştî û bi bihîstina dengê malbatê li her deverê re malbatê karî dîsa vegere Pirsûsê. Di salên 2020 û 2021’an de jî ji ber pandemiya Covîd-19’ê bîranîn nehatin kirin. Endamên malbatê yên ji komkujiyê xelas bûyîn, hêj jî nekarîne şîna xizmên xwe yên hatine qetilkirin bigirin. Ji bo ku girêdana şînê û danîna taziyeya hevjîn û zarokên xwe, Emîne Şenyaşar ev 4 sal in li benda edaletê ye.    Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke ku parêzerê dosyaya doza malbatê ye anî ziman ku ji bo malbat bikare şîna bigire, hewceye di zûtirin demê de edalet pêk were û bang li hemû kesî kir ku beşdarî merasîma bîranînê ya sibe bibin.    'WEKE KU KOMKUJÎ BES NEKIRIBE...’   Oyke bi bîr xist ku rayedarên dewletê komkujiya ku di 14’ê hezîrana sala 2018’an de hatibû kirin weke “êrişeke terorîstî” pênase kiribûn û wiha got: “Hewl dan malbata Şenyaşar weke ‘terorîst’ û malbata parlamenterê xwe jî weke ‘bêguneh’ nîşan bidin. Lê bi saya têkoşîna malbata Şenyaşar derket holê ku rastî pir cuda ne. Weke ku komkujiya li malbatê hatiye kirin bes nekiribe, îcar neçar man ku mafên xwe yên li dijî serdestan biparêzin û bêgunehiya xwe îspat bikin. Ev yek jî bi saya têkoşîna xwe kirin.”    POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ   Bi domdarî Oyke diyar kir ku malbata Şenyaşar ji bo kesên têkoşîna edaletê didin bûye sembolek û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de Stenbol, Îzmîr, Amed û Wan, li gelek deveran ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş nobetên edaletê hatin destpêkirin. Têkoşîna malbatê kir ku civak biwêrektir tevbigere. Rewşa ku malbata Şenyaşar tê de ye, raste rast rewşa hiqûqa li Tirkiyeyê bi xwe ye. Gelek dosya li Tirkiyeyê bi vî rengî tên destgirtin. Dema mirov li dosyaya malbatê dinihêre, dibîne bê ka pergala hiqûqê çawa naxebite. Em her tim qala polîtîkaya necezakirinê dikin. Em vê polîtîkayê herî baş di vê dosyayê de dibînin. Ev 4 sal in biryara ‘nepeniyê’ li ser dosyayê heye, îfadeyên kesekî nehatine girtin, delîl nehatine komkirin û hiqûqa serdestan heye. Ev yek jî dikare bi polîtîkaya necezakirinê bê destnîşankirin.”    'JI BO PARASTINA REWA CEZA DAN’   Di berdewamê de Oyke daxuyand ku tevî gelek astengiyan jî têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji ber daxwaza edaletê derheqê Emîne û Ferît Şenyaşar de gelek lêpirsîn hatin destpêkirin. Doz hatin vekirin. Hewl dan malbatê hem di hêla hiqûqî û hem jî di hêla madî ve têxin rewşeke zehmet. Hewl dan wan ji vê têkoşînê bêzar bikin. Du daxwazên hiqûqî yên malbatê hene lê van daxwazan pêk nayînin. Bi awayekî derhiqûqî dosyaya êrişê weke dosyayên ‘kargeh û nexweşxaneyê’ cuda kirin. Xwestin bi dosyaya kargehê re malbatê mehkûm bikin. Ji bo têkbirina êrişeke li dijî kargehê, malbatê parastineke bipîvan bersiv da. Lê belê dadgehê weke parastina rewa ne nirxand û 37 sal cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar birî.”    MAFÊ ŞÎNGIRTINÊ   Oyke, da zanîn ku di dema şerekî de hewceye birîndarên her du aliyan nebin heman nexweşxaneyê û wiha pê de çû: “Lê di êrişa li dijî malbata Şenyaşar de birin heman nexweşxaneyê. Di şerekî biçûk de jî birîndarên aliyan dibin nexweşxaneyên cuda da ku her du alî li wir êrişî hev nekin.  Lê belê di êrişa li dijî malbata Şenyaşar de endamên malbata Yildiz birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku li ser axa wan hatiye çêkirin û xizmên wan lê dixebitin û piştre jî endamên malbata Şenyaşar birin wir. Gelek xizmên malbata Yildiz li wir kom bûbûn. Birîndarên malbata Şenyaşar radestî endamên malbata Yildiz hatin kirin. Xebatkarên tenduristiyê Mehmet, Ferît û Fadil Şenyaşar bi înîsiyatîfa xwe ji wir xelas kirin. Dema ev tişt pêk dihatin jî rayedarên dewletê li wir bûn. Dema ku ew li wir jî di nava saetekî de cîhazên qeydê hatin dizîn û delîl hatin tunekirin. Jêkirina wan cîhazan ne karê her kesekî ye. Delîlên heyî, ji ber deng nekirinê hatin tunekirin.”    BANGA BEŞDARIYA MERASÎMA BÎRANÎNÊ   Îbrahîm Halîl Oyke got ku malbata Şenyaşar bi çalakiya xwe dengê xwe bi her kesî da bihîstin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku malbat weke ‘terorîst’ hatibû nîşandan, malbatê nekarî di sala ewil de bîranînê bike. Du salan jî ji ber pandemiyê nekarîn bikin. Piştî veşartina cenazeyan, malbatê nekarî şîna xwe bigire û taziyeyê deyne. Ji bo ku Emîne Şenyaşar şîna xwe bigire û taziyeyê deyne, divê di zûtirin demê de edalet pêk were. Divê daxwazên wê pêk bînin. Ji bo ku bibin dengê malbata Şenyaşar, bila hemû kes sibe saet di 10.00’an were serdana goristanê. Malbata Şenyaşar edaletê dixwazin û ji bo vê jî divê hemû kes bi wan re be. Pirsirêkeke giştî yê hiqûqî heye û pergala hiqûqê dejenere bûye. Ji bo ku di şexsê malbata Şenyaşar de em li dijî vê pergala hiqûqê dengê xwe derxînin, divê hemû kes cihê xwe li cem malbatê bigire.”    MA / Emrûllah Acar