Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye 2022-06-13 12:33:40   AMED - Derket holê ku dadgerê dadgeha cezaya giran Selçûk Temîzel ji bo berdana girtiyekî 7 milyon bertîl stendiye. Hat zanîn ku dadgerê ku bertîl stendiye di doza Parlamentera HDP'ê ya berê Nûrsel Aydogan de ku hêcet hatiye nîşandan ceza deye û parlamenteriya Aydogan betal kiriye.    G.A. yê di sala 1996'an bi sûcdariya "perçeyekî axa di bin serweriya dewletê de ji îdareya dewletê derxistinê" cezayê muebeta giran stend. Dema ku G.A. di derbarê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji nû ve darizandinê, ji nû ve hat darizandin û çerxa bertîlê derket holê. Tê îdiakirin ku Serokê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê Selçûk Temîzel, ji bo berdana girtiyekî 7 milyon bertîl stendiye û  ji bo betalkirina parlamenteriya Parlamentera HDP'ê ya Amedê ya berê Nûrsel Aydogan jî hêcet nîşan daye û biryara ceza birînê daye.    TÊ GOTIN KU 7 MILYONAN LÎRE BERTÎL XWARIYE    Ji ber ku di nav heyeta Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) de leşker hebûn, DMME'yê derbarê darizandina van dadgehan de biryara betalkirinê da û girtiyê bi navê G.A. daxwaza ji nû ve darizandinê û taloqkirina cezayê wî ji 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kir û dadgeh vê daxwaza G.A. di 15'ê nîsana 2022'yan de red kir. Piştre parêzerê G.A. serlêdana xwe dubare kir, dadgeh di 27'ê nîsana 2022'yan de dîsa biryara redkirinê da. Parezer vê biryarê bir rojeva dadgeheka bilindtirîn yanî 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran û dadgeh ev serlêdan bi awayekî sosret qebûl kir û bi biryara xwe ya 11'ê gulana 2022'yan de cezayê G.A rawestand û wî tehliye kir.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyekî ku hatiye kirin nirxand û tehliyekirina G.A. da sekinandin.    Serdozgeriyê rewşê ji Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) re ragihand û di encama lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de Serokê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran Selçûk Temîzel, ji bo sê mehan ji kar hat dûrxistin. Di nava vê demê de HSK dê lêpirsîna xwe temam bike û heke îdia bên piştraskirin wê derbarê Serokê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran Selçûk Temîzel de cezayê dîsiplînê yê ku heya ji kar dûrxistinê, bên nîqaşkirin.   JI BO BETALKIRINA PARLAMENTERIYA WÊ CEZA BIRÎN    Derket holê ku Temîzel ê tê îdiakirin ku bertîl stendiye, derbarê Parlamentera HDP'ê ya berê Nûrsel Aydogan de, biryara rakirina parêzbendiya wê daye û rê li ber darizandina wê vekiriye. Heman dadger berê xwe daye doza ku ji Aydogan re ceza hatiye birîn. Ji bo darizandina Nûrsel Aydogan, tevlibûna çalakiyên protestoyên di sala 2011'an a 12 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, tevlibûna merasîma cenazeyê 4 girtiyên di Girtîgeha Amedê de xwe şewitandine û tevlibûna bîranîna kesên ku di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane, wek hêcet hatin nîşandan. Parêzbendiya Aydogan di 4'ê Mijdara 2016'an de hat rakirin û derbarê wê de biryara binçavkirinê hat dayîn. Aydogan demekî girtî ma û bi Serokatiya Temîzel, li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran girtî hat darizandin. Aydogan demekê girtî ma û di 21'ê nîsana 2017'an de hat tehliyekirin. Darizandina Aydogan didome û derbarê wê de "li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînan de muxalefet kiriye" ceza hat dayîn û ev ceza hat taloqkirin. Dîsa derbarê wê de bi îdiaya "Tevî ku ne endama rêxistinê ye, jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" doz hat vekirin û 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê hefsê lê hat birîn.    Li dijî vê biryarê endamekî heyeta dadgehê dengekî neyînî da û Temîzel û endamên din jî ceza erê kirin.    Dadgeha Bilind cezayê Aydogan erê kir û ev biryar 11'ê berfambara 2018'an di Desteya Giştî ya Meclisê de hat xwendin û piştre parlamenteriya Aydogan hat betakirin.