Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne 2022-06-13 13:11:12   AMED - Li Amedê 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes 6 roj in di binçavan de tên girtin.    Li Amedê, di 8'ê hezîranê de polisan bi ser mal û cihê kar ên rojnamegeran de girtibû û 20 jê rojnameger bi giştî 22 kesî binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Rojnamegerên ku du caran dema binçavkirinê wan hat dirêjkirin, herî dawî pêr wan birin edliyeyê û ji bo 4 rojan dema binçavkirina wan dirêj kirin. Bi dirêjkirina dema binçavkirinê re wê heta 16'ê hezîranê rojnameger li Midûriyeta Polîsan a Amedê di binçavan de bên ragirtin. Rojnamegerên ku gelek ji wan di hucreyên yek kesî de tên girtin biryara veşarî li ser dosyaya wan heye.   ROJNAMEGERÊN DI BINÇAVAN DE    Navên 20 jê rojnameger 22 kesên di binçavan de ne wiha ne:    Hevserokê Komeleya Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midurê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûn Gazetesi Mehmet Alî Ertaş, Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdûrrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram, Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen.