Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan 2022-06-13 14:41:46   AMED - Rêxistinên sivîl ên civakî yên li Amedê têkildarî binçavkirina kedkarên çapemeniyê yên kurd, diyar kirin ku taciza darazê tê xwestin were domandin û xwestin pêkanînên keyfî bên bidawîkirin.    Odeya Bijîşkan a Amedê, Kordînasyona Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Serokatiya Herêmê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Komeleya Jinan a Rosayê têkildarî 20 jê rojnamevan 21 kesên di 8’ê Hezîranê de bi serdegirtina malan û saziyên lê dixebitin de hatin binçavkirin daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de bi ser gelek ajansên çapemeniyê yên kurd de hatiye girtin û derbarê dosyayê de parêzerên rojnamevanan nehatine agahdar kirin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku rojnamevan demildest bên berdan.    Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dema binçavkirina rojnamevanan heta 16’ê Hezîranê hatiye dirêjkirin û wiha hat gotin: “Têkildarî sedemê binçavkirina kedkarên çapemeniya kurd tu agahî bi parêzeran û raya giştî re nehatiye parvekirin lê îdiayên hin organên çapemeniyê de derketine, ji paşerojê heta niha berdewama polîtîkayên sûcdarkirin û bêîtîbar hiştinê ne.”   ‘BINPÊKIRINA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ’   Di daxuyaniyê de hate xwestin ku binçavkirinên tên wateya binpêkirina azadiya çapemeniyê demildest bi dawî bibin.   BANGA PIŞTEVANIYÊ    Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Tirkiye serkêşiya welatên ku azadiya çapemenî û îfadeyê bisînor dikin, dike û wiha hat gotin: “Bi binçavkirina kedkarên çapemeniyê yên kurd, nîşan dide ku taciza darazê were domandin. Em bang dikin ku rêxistinên sivîl ên civakî û rêxistinên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê li dijî binçavkirina 21 kedkarên çapemeniyê yên kurd bi awayekî bihêz piştevaniyê bikin.”