Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê 2022-06-13 15:56:39   ENQERE - Rojnamegera serbixwe Fréderike Geerdink, ji bo rojnamegerên di bin çavan de peyama piştevaniyê şand.    Rojnamegera hollandî ya serbixwe Fréderike Geerdink, ji bo 20 jê rojnameger 22 kesên ku di 8'ê hezîranê de li Amedê hatibûn binçavkirin û hê jî li Miduriyeta Polisan a Amedê di bin çavan de ne peyama piştevaniyê şand. Geerdink, binçavkirina rojnamegeran şermezar kir û ev tişt got: "Sal in dûr û dirêj min jî li herêmê rojnamegerî kir. Li herêmê timik li ser rojnamegeran zext hene. Rojnamegerên li vir dixebitin dibe ku bên binçavkirin û girtin. Lê qet paşde gav navêjin. Dema ku min li herêmê rojnamegerî kir gelek tiştan hîn kir.    PEYAMA PIŞTEVANIYÊ   Geerdink, diyar kir ku qanûna têkoşîna bi terorê re ji bo şikandina xebatên rojnamegeriyê tê bikaranîn û wiha got: "Ji bo hempîşeyên xwe yên binçavkirî hestên xwe yên piştevaniyê dişînim. Deyndarê rojnamegerê kurd im. Lewre min ji wan hîn kir ku divê desthilat çiqas bi awayejî radîkal bê lêpirsînkirin. Min ji wan hîn kir divê mirov li dijî pergalên hêz ku hemÛ mirovahiyê dikin bin zextên bixebite. Ji ber ku hînê min kirine spasiya wan dikim û minnetar in. Ez ê timik li cem hempîşeyên xwe yên kurdî bim."