Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan 2022-06-14 08:44:14   AMED - Rojnamevanên 7 roj in di bin çavan de ne destnîşan kirin ku pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan û wiha gotin: “Me ji bilî rojnamevaniyê tu sûc nekirin. Piştevanî mezin dike.”   20 jê rojnamevan 22 kesên di 8’ê hezîranê de bi serdegirtina malan û saziyên lê dixebitin hatin binçavkirin 7 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, têkildarî pêvajoya binçavkirinê peyamek şand.    PIŞTEVANÎ MEZIN DIKE   Di peyama li ser navê rojnamevanên di bin çavan de hatiye weşan din de wiha hate gotin: “Pêvajoya binçavkirinê ya dirêj veguherî îşkence û cezakirinê. Pêvajo veguherî pêvajoya peydakirina delîlan. Ne 8 roj 80 roj jî derbas bibin ji bilî xebatên me yên rojnamevaniyê hûn nikarin tiştekî bi dest bixin. Ji ber vê yekê em bang li dozgerê dosyayê dikin; di destê we de çi hebe em dixwazin bibînin û pê re hevrû bibin. Hûn jî vê pêvajoyê zêdetir dirêj nekin. Heke hûn ê di bin tawanbariyê de bimînin. Fikreke ku ‘Gelo delîl tên peydakirin’ derdikeve holê. Em rojnamevan in ji bilî xebatên rojnamevaniyê me tu sûc nekirin. Ji ber vê yekê em dixwazin demildest bên berdan. Bi vê minasebetê em spasiyên xwe pêşkeşî hemû hempîşeyên xwe, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û saziyên sivîl ên civakî ku çend roj in me tenê nahêlin dikin. Em dibêjin ‘piştevanî mezin dike’.”   KESÊN DI BIN ÇAVAN DE    Navên 20 jê rojnamevan 22 kesên di bin çavan de wiha ne: Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen.