ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-14 09:00:02   * Nivîskar Ayşe Duzkan diyar kir ku piştevaniya ji bo rojnamevanên kurd ên di binçavan de kêm e û got: "Divê bê zanîn ku dê ev çewisandin tenê bi çapemeniya kurdî ne sînorkirî bin. Hema ji bo azadiya xwe be jî divê mirov li ber vê çewisandinan rabe. Ji lew re dê dor bê wan jî."    * Dayika Elîf Ataman ku di sala 2017'an de di şer de jiyana xwe ji dest da û hê jî cenazeyê wê wernegirtiye bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê û wiha bertek nîşan da: "Zarokên me îro axa Barzanî diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dike."    * Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyon ya Jimare 1 a Tîpa T'yê di roja 22'yan de didome. Hat diyarkirin ku heke daxwaz neyên qebûlkirin dê girtiyên din jî daxilî greva birçîbûnê bibin.    * Li Zozana Berkanîka ya navçeya Elkê ya Şirnexê berîvanên ku bi salan e pez xwedî dikin ji ber polîtîkayên şer ê hikûmetê êdî heqê keda wan jî bi dest wan nakeve. Bêrîvanên ku ji vê rewşê nerazîne gotin: "Penîrê ku em  bi zehmetiyeke mezin çêdikin bi 40 lîreyan difiroşin, lê penîrê ku marketê tê firotin tenê parçeyeke wî bi 30 lîreyan tê firotin. Ma ev heqê xwedê ye?"   * Dayika Husna Ataman ku 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye, anî ziman ku dixwaze dixwaze berî bimire kurê xwe bibîne.    * Li Sêwregê 4 sal berê bira û zarokên parlementerê AKP'î yê berê Zulfîkar Îzol 4 xizmên xwe kuştibûn. Di dozê de tenê Mehmet Metîn Îzolê ku dêya wî û birayê wî wî hatine kuştin girtiye.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 463'yemîn de berdewam bike.    * Doza derbarê Parlamentera HDP'ê Huda Kaya de hatiye vekirin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza endama Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Elif Tirenç İpek Ulaş dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza derbarê siyasetmedarê kurd Mehmet Şirin Tunç de hatiye vekirin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Celal û Adil ên di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsa Rihayê ku ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê İbrahim Halil Yildiz ve hatibûn qetilkirin, dê li ser gora xwe bên bibîranîn. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî dê li ber Edliyeyê nobedê bigire. (10.00-15.00 ) ZINDÎ   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)   * DFG û MGKP têkildarî binçavkirina rojnamevanan û serdegirtina saziyên çapemeniyê dê li ber avahiya JINNEWS'ê ya li semta Ofîsê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00) ZINDÎ   * Komeleyên Dêrsimê yên li Îzmîrê û Komeleya Elewiyên Demorkatîk wê têkildarî operasyonên leşkerî yên li Dêrsimê li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Doza derbarê Gerînendeyên Nobedar ên Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Şebnem Korur Fincancı, Erol Onderoglu û Ahmet Nesîn de hatiye vekirin, dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (13.30)