Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî 2022-06-14 09:02:41   STENBOL - Nivîskar Ayşe Duzkan diyar kir ku piştevaniya ji bo rojnamevanên kurd ên di binçavan de kêm e û got: "Divê bê zanîn ku dê ev çewisandin tenê bi çapemeniya kurdî ne sînorkirî bin. Hema ji bo azadiya xwe be jî divê mirov li ber vê çewisandinan rabe. Ji lew re dê dor bê wan jî."    Di 8'ê Hezîranê de Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF) Serdar Altan, Midûrê Karê Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azaîd Orûç jî di nav de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Bertekên li dijî vê operasyona li hemberî çapemeniya azad didomin.    Nivîskara feminîst Ayşe Duzkan jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da.    ÇAPEMENIYA MUXALIF DI HEDEFÊ DE YE   Duzkan binçavkirinan wekî "amadekariya hilbijartinê ya desthilatê" nirxand û got, bi krîmînalîzekirina çapemeniya kurdî hemû çapemeniya muxalif hedef hatiye girtin. Duzkan diyar kir ku AKP dixwaze bêyî pirsgirêk ber bi hilbijartinê ve biçe û wiha got: "Desthilat beriya hilbijartinê dixwaze têkeve nava baxçeyekî bêstrî. Lewma ewilî rojnamevan hedef girtin. Bi vê polîtîkaya xwe dixwaze derdora polîtîk bi binçavkirin û çewisandinan bitepisîne. Ev çewisandina li ser rojnamevanan di rojên pêş de dê berbelav bibe."    Duzkan diyar kir ku sedemeke din a van çewisandinan jî planên desthilatê yên li Sûriye û Iraqê ne.    BERTEKÊN HEYÎ NE BES IN   Duzkan destnîşan kir ku bertekên li hemberî binçavkirinan ne bes in û wiha axivî: "Rêxistineke çapemeniyê di daxuyaniyeke xwe de ji dêvla doza berdana rojnamevanan bike doza sedema binçavkirina wan û girtina wan kiriye. Ev xeyalşikestin e. Çapemeniya kurdî tam li cihê ku çewisandin lê dest pê kiriye bi xwe ye. Çewisandin bi piranî ji wir dest pê dike. Li hemberî çewisandinan daxuyanî tenê têr nakin. Ez wisa yeqîn dikim ku divê rojnamevanên Tirkiyeyê û muxalefeta Tirkiyeyê têkildarî binçavkirina rojnamevanan rêxistinbûyîneke xurt bike."    DÊ BI ÇAPEMENIYA KURDÎ TENÊ NEYÊ SÎNORDARKIRIN   Duzkan bêdengiya raya giştî jî rexne kir û got, hesasiyeta ji bo rojnamevanên din ji bo rojnamevanên kurd nehatiye nîşandan. Duzkan destnîşan kir ku sedemeke sereke ya vê yekê jî atmosfera tirsê ya ku desthilatê berbelav kiriye û wiha domand: "Desthilatê tevgera civakî ay kurd û rojnamevan jî di nav de her kesî krîmînalîze dike. Ev yek çapemeniya ku xwe wekî muxalif dide der tirsandiye. Lê divê bê zanîn ku dê ev çewisandinên li ser rojnamevanên kurd tenê bi çapemeniya kurdî neyê sînrodarkirin. Hema ji bo azadiya xwe be jî divê mirov li ber vê çewisandinê rabe. Ji lew re dê dor bê wan jî."   TENÊ NE PIRSGIRÊKA ROJNAMEVANA YE   Duzkan destnîşan kir ku çewisandinên li ser rojnamevanan tenê ne pirsgirêka rêxistinên rojnamevanan e û got: "Mafê nûçewergirtinê yê gel heye. Binpêkirina vî mafî binpêkirina mafan e. Divê xwendevan jî xwedî li rojnamevanên ku nûçeyan digihîne wan derkevce. Rojnamevan jî divê xwedî li hevpîşeyên xwe derkevin. Mixabin helwesta ji bo çapemeniya muxalif a din, ji bo çapemeniya kurdî nayê nîşandan."    Duzkan di dawiya axaftina xwe de detsnîşan kir ku hemû rojnamevan divê bi aqilekî hevpar tevbigerin li dijî van zext û çewisandin.    MA / Esra Solîn Dal