4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye 2022-06-14 09:08:39   ŞIRNEX - Dayika Husna Ataman ku 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye, anî ziman ku dixwaze berî bimire kurê xwe bibîne.    Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê binpêkirina mafên girtiyan her diçe zêdetir dibin. Ji lêgerîna tazî heta bi qedexekirina hevdîtinan a bi malbatan re girtî bi gelek pêkanînên dijmirovî re rû bi rû dimînin. Her wiha ji ber ku girtî sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan tên kirin, malbat jî nikarin bi awayekî rêkûpêk wan bibînin. Ji van girtiyan yek jê jî Harûn Ataman ê 42 salî ye. Ataman, li navçeya Elkê ya Şirnexê di sala 2015'an de piştî pêvçûneke ku li herêmê rû dabû bi îddîaya "endamtiya rêxistinê","Alîkariya ji bo rêxistinê" hatiye girtin û 14 sal ceza lê hatiye birîn.   Husna Ataman a 70 salî, dayika Harûn Ataman ji ber ku kurê wê dûrî wê ye nikare biçe hevdîtinan û ev 4 sale kurê xwe nabîne. Ataman ku ji roja ku kurê wê hatiye girtin heta niha tenê 2 caran kurê xwe ditiye anî ziman ku ji ber ku kurê wê di girtîgeheke dûrî wan de ye nikare biçe girtîgehê û xwest berî ku bimire kurê xwe bibîne.    EV 4 SALIN KURÊ XWE NABÎNE    Dayik Ataman bi lêv kir ku bi zanebûn zarokên wan sewqî girtîgehên dûr dikin û got: "Ev 4 sal in min kurê xwe neditiye. Çi tê serê wî nizanim. Dema hat girtin ew birin Girtîgeha Şirnexê. Pişt re ji wir sewqî Girtîgeha Ordûyê kirin û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Bafrayê ya Samsunê ya Tîpa T'yê kirin. Ji roja ku wî birine Samsunê heta niha ez neçûme min e wneditiye. Çimkî em nikarin biçin. Hem derfetên me yên aborî ne guncav in hem jî ji ber ku pir dûr e ez nikarim biçim. Kurê min bi bêbextî hat girtin. Piştî ku avahiyê wî şewitandin pişt re girtin. 14 sal cezayê girtîgehê lê birîn û ev 6 sal in di girtîgehê de ye. Mala min, ya birayê min û biraziyê min şewitandin. Ma ev ne zilm e? Ez û kurê xwe wekî hevalên hev bûn. Min ne ne jî wî me bêyî hev îdare nedikir. Niha ez biçim hevdîtina wî jî divê ku ez zarokên wî jî bi xwe re bibim. Heger ez wan jî bi xwe re bibim wê mesref pir be û derfetê me jî tune ye. Pir dûr jî birine. Ev 4 sal e min ew neditiye. Tişteke gelek zehmet e ku mirov 4 salan zarokên xwe nebîne. Ev 4 sal e ne min ew dît û ne jî wî zarokên xwe dîtine. Piştî kurê xwe ez nexweş ketim û roja ku ez li wî nefikirim tune ye."    'DEST Û PÊYÊN WÎ GIRÊDANE Û SIRGÛN KIRINE'   Ataman bal kişand li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî. Dayik Ataman bi lêv kir ku her roj ji girtîgehan cenazeyek derdikeve û wiha got: "Kurê min 3 mehan jî di greva birçîbûnê de mabû. Ji ber wê jî pir qels bûbû. Ji min re nedigot. Kurê min girtin û zilm li me kirin. Dema ku sirgûnî Orduyê kirin dest û pêyên wan girê dan û wisa birin. Heta ku birine Orduyê îşkence li wan kirine. Dema ku anîne dadgehê jî dest û pêyên wan bi awayekî girêdayî anîne. Ma îşkenceya ji vê mezintir heye? Heta niha çend cenazeyên kurdan ji girtîgehan derketin? Her roj cenazeyek derdikeve."   DIXWAZE KURÊ XWE BIBÎNE   Ataman anî ziman ku daxwaziya wê tenê carekê kurê xwe bibîne û got: "Min pir bêriya kurê xwe kiriye. Heger min ev qasî bêriya wî kiribe, niha bê zarokên wî çi qasî bêriya wî kirine. Tenê daxwaziya min ew e ku hê sax im kurê xwe bibînim. Piştî ku min kurê xwe dit hema bila ez bimrim. "