Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin 2022-06-14 09:38:46   RIHA - Li Sêwregê 4 sal berê bira û zarokên parlementerê AKP'î yê berê Zulfîkar Îzol 4 xizmên xwe kuştibûn. Di dozê de tenê Mehmet Metîn Îzolê ku dayika wî û birayê wî hatine kuştin girtiye.   Di 15'ê hezîrana 2019'an de li gundê Çeltîk ê navçeya Sêwreg a Rihayê bira û zarokên parlementerê AKP'ê yê berê Zulfîkar Îzol bi çekan êriş biribûn ser gund. Di êrişê de 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 6 kes jî birîndar bûbûn. Di vê êrişê de ku ji ber "meseleyeke erdan" a 17 sal berê çêbûbû, ji eşîra Îzolê hevjînên hev Zozan Îzol (42) û Hakki Îzol (49) û Mûstafa Serdar Îzol (24) û Meral Îzol (42) hatibûn kuştin û 6 kes ji birîndar bûbûn. Ridvan Bûlûş (30) û Serdar Delen (31) ku bi wesayîtê birîndar rakiribûn jî, wesayîta wan qeze kiribû û di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn.    Serdar Îzol ku di komkujiyê de hevjîna wî Meral Îzol û kurê wî Mûsa Serhat Îzol hatin kuştin, behsa tiştên hatine serê wan kirin.   Serdar Îzol ku ji bo balê bikişîne ser komkujiyê heftê çend rojan tê ber Edliyeya Rihayê û nobeda edaletê digire bi vî awayî behsa roja komkujiyê kir: "15-20 kes bi wesayîtan hatin ber mala me û malbata me qetil kirin. Dibêjin, qaşo me kemîn daniye ber wan. Lê yên kemîn danîn ew in. Di destê malbata min de ne çekek ne jî tiştekî din hebû. Ji bo dest deynin ser erdê me wiha kirin. Armanca wan, me ji gund derxin."    DEST DANÎN SER ERDÊN WAN   Serdar Îzol anî ziman ku Zulfîkar Îzol û xizmên wî belge bi vaê wî yê xwnedin û nivîsandina wî tune ye dane îmzekirin û bi vê belgeyê dest danîne ser erdên wan û got: "Hişê bavê min jî ne temam bû. Tiliya wî li bin kaxezê xistine û hemû erd qulibandin ser navên xwe."    Îzol diyar kir ku heman malbatê dest daniye ser darên fisteqan jî û got, ji ber vê tu dahatek wî nemaye.    ‘KURÊ MIN GIRTIN, ÊN DIN REVIYAN'   Îzol wiha axivî: "Em tenê doza edaletê dikin. Ji ber ku berê parlementerî kiriye, dibêjin destê wan dirêj e. 4 kes hatin ro li nîvro em kuştin û du kurê min jî birîndar kirin. Ew yeko yeko hatin berdan. Danişîn di 1'ê Hezîranê de bû. Kurekî min û kurekî wan girtî bû. Dadger her duyan jî berda. Lê 5 roj bi şûn de cardin kurê min girtin. Lê kurê wan reviya. Hiştin ku bireve."    ‘EZ Ê HEYA DMME'YÊ BIÇIM'   Îzol vîdeoyên komkujiyê bibîr xistin û got, heke dê serî li îstinafê, Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û heke bivê dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Îzol destnîşan kir ku heya bi ser bikevin dê bitêkoşin û wiha berdewam kir: "Em bang li hemû kesên hestiyar dikin ku guh li me bikin. Heya sax bim dest ji vê dozê bernadim. Edalet bi vî awayî nabe. Berî dadgehê bi çend rojan li min xistin. Kûçikên me kuştin. Ger kesy çêbibe dê min û yên mayî jî bikujin. Ez bang li Wezîrê Dadê dikim. Em edaletê dixwazin. Baweriya me ya bi edaletê dişikînin. Ma edaletek bi vî awayî dibe?"    PÊVAJOYA DOZÊ   Piştî Serdozgeriya Komarê ya Sêwregê lêpirsîna derbarê bûyerê de temam kir, derbarê Mehmet Fatîh Îzol kurê Zulfîkar Îzol û birayên wî Bulent, Servet, Cemal û Cîhan Îzol  Mehmet Emîn Îzol, Mûstafa Serdar Îzol, Serhat Ferman Îzol, Muslum Abûz, Ferhat Tûlay û Yûsûf Rojhat de îdianame amade kir. Di îdiayanameyê de hat xwestin ku bi sûcê "kuştina bi qesdî, birîndarkirina 6 kesan" 4 caran cezayê muebeda giran û ji 83 salan heya 128 salan cezayê hepsê li bersûcan bê birîn.    HATIN BERDAN   Her wiha dozgeriyê derbarê Zulfîkar Îzol de ku rê li ber cinayetê vekiriye, biryara "neşopandinê" dabû. Dihat payin danişîna ewil a dozê di 12'ê Sibata 2020'î de li Sêwregê bihata lidarxistin, lê berî danişînê bi 2 rojan dosye bi hinceta "ewlehiyê" ji Girtîgeha Cezayê Giran a Aksarayê re hatibû şandin. Bulent, Cîhan û Cemal Îzol, birayên Zulfîkar Îzol û kurên wî Bozan û Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol û Yûsûf Rojhat ên xizmên wan hatibûn kuştin piştî bûyerê hatibûn girtin. Bozan Îzol mehekê û Yûsûf Rojaht jî 5 mehan di girtîgehê de mabûn û berî danişîn bên destpêkirin hatibûn berdan. Ji bersûcan Cîhan Îzol di danişîna 5'ê Çileya 2020'an de, Bulent Îzol di danişîna 6'ê Cotmeha 2020'an de û Cemal Îzol jî di danişîna Tebaxa 2021'ê de hatibûn berdan.    Dozgerê dosyeyê di danişîna 9'emîn a 22'yê kanûna 2021'ê de mutalaaya xwe aşkere kiribû û xwestibû 4 caran cezayê muebeda giran li bersûcan bê birîn.    MEHMET METÎN ÎZOL CARDIN HAT GIRTIN   Ji bersûcên girtî Serhat Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol di danişîna 11'an a de, di 1'ê hezîrana 2022'yan de hatibûn berdan. Lê piştî dozgerê dosyeyê îtiraz kiribû derbarê Serhat Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol de cardin biryara girtinê hatibû dayîn. Mehmet Metîn Îzol ku di bûyerê de dêya wî Meral û birayê wî Mûsa Serhat hatine kuştin û ew bi xwe jî birîndar bûye, di 8'ê Hezîranê de li gundê Çeltîkê cardin hatiye binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Nobedar a Sêwregê hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Sêwregê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê.    MA / Ceylan Şahînlî