Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne 2022-06-14 10:20:58   AMED - Li Amedê 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes 7 roj in di binçavan de tên girtin.    Li Amedê di 8'ê Hezîranê de polisan bi ser mal û cihê kar ên rojnamevanan de girtibûn û 20 jê rojnamevan bi giştî 22 kes binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Rojnamevanên ku du caran dema binçavkirinê wan hat dirêjkirin, herî dawî ji bo 4 rojan dema binçavkirina wan hat dirêjkirin. Bi dirêjkirina dema binçavkirina rojnamevanan re heta 16'ê hezîranê wê li Midûriyeta Polîsan a Amedê di binçavan de bên ragirtin. Rojnamevanên ku gelek ji wan di hucreyên yek kesî de tên girtin biryara veşarî li ser dosyaya wan heye.   ROJNAMEGERÊN DI BINÇAVAN DE    Navên 20 jê rojnamevan 22 kesên 7 roj in di binçavan de ne wiha ne:    Hevserokê Komeleya Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midurê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûn Gazetesi Mehmet Alî Ertaş, Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdûrrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram, Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen.