Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’ 2022-06-14 11:45:53 ENQERE - Nîşankera ku wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li ser bû, li Girtîgeha Kayseriyê ji ewil weke hinceta “propagandaya rêxistinê” hate dîtin û piştre jî bi îdiaya “gefê li ewlehiya girtîgehê dixwe” nedan girtî Metîn Karadogan.    Girtiyê bi navê Metîn Karadogan li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin. Bi hinceta ku wêneyê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş li ser heye, nîşankera pirtûkê nedanê.    Li ser vê yekê Karadogan serî li Lijneya Rêveberî û Çavderiyê ya Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Girtîgeha Kayseriyê da. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di 16’ê adara 2022’yan de biryar da ku ev nîşanker neyê dayîn. Lijneyê da zanîn ku bi kar anîna nîşankerê li dijî zagon û qanûnan nîne û ev tespît kir: “Lê belê bi vê yekê dixwazin rêxistina terorê di bin hiş de bicih bikin û propagandaya bîrdoziyê ya rêxistinê bikin. Li ser vê yekê jî wisa guncav hat dîtin ku ev nîşankera pirtûkê neyê dayîn.”   LI DADGERIYA ÎNFAZÊ ÎTÎRAZ KIR   Karadogan mijara behsa xeberê bir Dadgeriya Înfazê ya Kayseriyê û got; “4 pirtûkên Demîrtaş hene, bi biryara DMME’yê re Tirkiye mehkûmû tazmînatê hatiye kirin û siyasetmedar e ku li girtîgehê bûbû namzetê serokkomariyê. Lewma ev îdiayên tên kirin, bêbingeh in.” Karadogan xwest ku nîşankera wî ya pirtûkê were dayîn.   JI BO EWLEHIYA CAN GEF E   2’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Kayseriyê jî heq da Serokatiya Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Kayseriyê û îtîraza Karadogan red kir. Dadgeriyê di hinceta xwe de wiha got: “Li ser nîşankerê nivîsa ‘Selahattîn Demîrtaş’ heye û Demîrtaş di demên berê de serokatiya partiyeke siyasî kiriye. Tu guman nîne ku kesayetekî siyasî ye. Dibe ku di nava qawîşê de hem alîgir û hem jî dijberên wî hebin. Lewma dibe ku ev rewş rê li ber bûyerên neyînî veke. Ev rewş dê xetereyê li ser ewlehiya saziyê çêbike. Lewma jî îtîraz hatiye redkirin.”    Lê belê Karadogan dev ji rêyên hiqûqî berneda û mijar bir Dadgeha Cezayên Giran a Kayseriyê. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kayseriyê jî di 31’ê adarê de biryar da û got ku biryara 2’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Kayseriyê di cih de ye û îtîraz red kir.    Li ser vê yekê jî ji bo Dadgeha Qanûna Bingehîn serlêdan kir.    MA / Bêrîvan Altan