DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê 2022-06-14 12:03:25   AMED - DFG û MKGP, li ber derê avahiya JINNEWS'ê ku polisan bi ser de girtibû ji bo rojnamegerên ku 7 roj in di bin çavan de tên ragirtin daxuyanî dan û gotin ku wê bibin dengê heqîqetê û daxwaza berdana girtiyên di bin çavan de kirin.    Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), ji bo 20 jê rojnameger 22 kesên ku polisan bi ser malên wan û cihê karê wan de girtibûn û ew binçav kiribûn de li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li ber derê avahiya JINNEWS'ê ku polisan bi ser wê de jî girtibû daxuyanî dan. HDP, DBP, OHD, MEBYA-DER, TÛAY-DER, MED-DER, TJA, ÎHD, Platforma Ked û Demokrasiyê jî piştgirî dan daxuyaniyê û gelek nûnerên wan û rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên rojnamegerên binçavkirî û nivîsa "Hûnê nikaribin bêdeng bikin" li ser nivîsandî hat vekirin.      Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat dayîn. Daxuyaniya kurdî Berdevka MKGP'ê Roza Metîne û daxuyaniya tirkî jî Edîtora JINNEWS'ê Berîtan Canozer xwendin.   Daxuyaniya kurdî ya ji aliyê Metîna ve hat xwendin wiha ye:    "Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku bi polîtîkayên şer ên li hundir û derve re welat ber bi kortalekê ve dibe, ev demekî dirêje hewl dide her aliyên civakê bi çoyê darazê bêdeng bike, biçewisîne û bitirsîne. Aliyên ku li dijî şer, tundî û zextan li berxwe didin, dike hedef. Rojnamegerên dibin dengê kesên li dijî şer, zext û tundiyê, dibin dengê aştîxwaz û azadîxwazan û polîtîkayên desthilatdariyê teşhîr dikin, bi van zextan re rû bi rû dimînin.    DIXWAZIN ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG BIKIN   Herî dawî di 8'ê hezîranê de bi ser saziyên hempîşeyên me lê dixebitin de girtin. Di serdegirtinan de 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin. Hevalên me yên rojnameger ev 7 roj in li midûriyeta emniyetê tên ragirtin û hêj jî em nizanin bê ka bi çi tên sûcdarkirin. Lê belê li gorî agahiyên emniyetê parve kirine, hempîşeyên me tenê ji ber kar û barên xwe yên rojnamegeriyê niha di bin çavan de tên girtin. Li gel vê yekê, produksiyonên hevalên me lê dixebitin jî bi hinceta "Lêgerîn didome" hîn di bin dorpêça polîsan de ne. Li cîhanê mînaka vê yekê tune ye. Em ji vê yekê fam dikin ku armanca bingehîn a desthilatdariyê ew e ku Çapemeniya Azad bêdeng bikin û naxwazin rojnameger bixebitin.    ÊRIŞÊN LI DIJÎ JINAN    Wekî tê zanîn di 8'ê hezîranê de bi ser bûroya JINNEWS'ê de jî hate girtin. JINNEWS, li dijî zimanê baviksalarî, zayendperest, milîtarîst û nîjadperest bi dirûşma ‘Em dinivîsînin bêyî ku bibêjin dê zilam çi bibêjin’ dest bi meşa xwe kir. Têkoşîna xwe li ser bingeha vê kevneşopiyê didomîne û tevî hemû zehmetiyan jî bû dengê jina azad û dê vê yekê bidomîne. Ji bo ku ‘cînayetên polîtîk’ binixûmînin û jinên azad bêdeng bikin, desthilatdariya AKP-MHP'ê li dijî têkoşîna jinan her roj êrişeke nû dike û alavên zextê pêş dixe. Rojnamegerên jin ên kurd dibin hedefa êrişên piralî yên desthilatdariyê.    JI DENGÊ JINÊN AZAD DITIRSIN   Di operasyona 8'ê hezîranê de jî me dît ku deshtilatdarî ji derhîbûna rastiyan ditirs e. Ditirse ku haya civakê ji heqîqetê hebe. Tehemûl nake ku kesek li dijî wan dengê xwe derxîne. Erê em baş pê dizanin ku faşîzm herî zêde ji dengê jinên azad ditirse. Kesên ku demekê bi hinceta ‘fîka bi kurdî’ dihatin darizandin xwe birêxistin kirin û dest bi xwe îfadekirinê kirin. Çapemeniya azad ev derhiqûqiye teşhîr kirin û bi navên cuda bûn hedefa êrişan. Navê rêxistinek an jî avadaniyekê xistin pêşiya operasyonên xwe û hewl dan rastiyan berevajî bikin. Ev rewş hîn jî berdewam dike. Lê tu şik û gumanên me nîne ku armanca esasî ya van êrişan xebatên rojnamegeriyê ne.    HEVALÊN ME BERDIN   Hêj jî gelek hempîşeyên me tên darizandin û gelek jî di girtîgehan de ne. Di hemû darizandinan de rojnamegerî weke sûc tê dîtin. Em baş dizanin bê ka armanca vê operasyona 8'ê hezîranê jî çi ye. Lewma em careke din dubare dibêjin ku hûn çiqas hewl bidin krîmînalîze bikin jî û hûn çiqas zextê jî bikin, em ê heta dawiyê bibin dengê heqîqêt. Banga me ew e ku hemû hevalên me di zûtirin demê de bên berdan."   Daxuyanî bi berzkirina dûrişmeya "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" bi dawî bû.