‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’ 2022-06-14 12:30:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Bextiyar Mistefa diyar kir ku pêwendiyên aborî yên partiyên başûrê Kurdistanê yên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî û got ku sedema bêdengiya wan jî ev e.    Bertekên li dijî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê tên kirin, berdewam in. Têkildarî mijarê Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Bextiyar Mistefa bi Rojnews’ê re axivî.    Bextiyar Mistefa anî ziman ku Tirkiye ne ji hêla siyasî û ne jî di hêla demokrasiyê de kurdan nas nake û wiha got: “Girtîgehên Tirkiyeyê bi siyasetmedarên kurd tije kirine. Tirkiye wisa bawere ku dê Tevgera Azadiyê ya Kurd bi agir û hêsin tune bike. Lê belê ev yek xeyal e.”   ‘JI BER BERJEWENDIYÊN XWE NIKARIN ŞERMEZAR BIKIN’   Bi domdarî jî Mistefa bal kişand ser helwesta partiyên siyasî yên Başûr a li dijî êrişên Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha qedand: “Weke Hizba Zehmetkêşan em her tim êriş û bombebaranên Tirkiyeyê şermezar dikin. Hemû binpêkirin û gavên dagirkeriyê yên dewleta tirk em weke karekî tirsnak û dermirovî dibînin. Em dizanin ku zextên Tirkiye û Îranê li ser hizbên desthilatdar hene. Her wiha pêwendiyên bazirganiyê yên bi cur bi cur bi Tirkiyeyê re hene. Lewma nikarin êrişan şermezar bikin. Ev jî nîşan dide ku berjewendiyên wan ên hizbî û aborî ketine pêşiya berjewendiyên neteweyî û niştimanî.”