Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye 2022-06-14 14:05:32   AMED - Şahidê ku di doza siyasetmedarê kurd Mehmet Şîrîn Tunç de axivî da zanîn ku îfadeyeke bi vî rengî nedaye.    Bi hinceta xebatên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), derheqê endamê Koma Aştiyê û siyasetmedarê kurd Mehmet Şîrîn Tunç de doz hatibû vekirin. Danişîna doza Tunç, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Tunç beşdarî dozê nebû lê parêzerê wî Okan Altekîn di danişînê de amade bû. Hemwelatiyê Sûriyeyê Şîrda Erol ku dihat îdiakirin derheqê Tunçe de îfadeya “endamê rêxistinê ye” da ye, ji 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê li ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.    Erol, got ku ew Tunç nas nake û wiha domand: “Ez, Mehmet Şîrîn Tunç nas nakim. Tiştekî ji wî nizanim. Derheqê min de bi sedema endamtiya rêxistinê doz hate vekirin û hêj biryar nehatiye dayîn.” Dema îfadeya wî ya li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê jê hatiye pirsîn jî Erol ev tişt anî ziman: “Min wê demê kaxizeke nivîskî îmze kir. Min îfadeyeke wiha nedaye. Ez wê îfadeyê qebûl nakim.”    Di danişînê de dozger xwest ku ji bo her bûyereke ku Tunç beşdar bûye ji Midûriyeta Emniyetê ya Amedê re muzereke were nivîsandin da ku diyar bibe bê ka li ser fermana rêxistinê wisa kiriye yan na. Dozger, xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin û tevdîra kontrola edlî jî berdewam bike.    Parêzerê Tunç jî da zanîn ku gotineke wan a ji bo gotina şahid nîne û xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    TEVDÎRA KONTROLA EDLÎ DÊ BIDOME    Dadgehê, daxwaza nivîsandina muzekkereyê ya dozger qebûl kir, biryar da ku tevdîra kontrola edlî berdewam bike û danişîn taloqî 20’ê îlonê kir.