Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt 2022-06-14 16:48:39   ENQERE - Li Enqerê, ajokarê ambûlansê ji ber ku nexweşxaneya ku nexweş lê deyne nedît, li pêşiya Wezareta Tenduristiyê bi armanca şermezarkirinê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt û ev tişt got: "Ev çalakiya min ji bo parastina mafê nexweşan e."   Li Enqerê, ji ber ku nexweşxaneya ku nexweş lê deyne nedît,  ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê bi armanca şermezarkirinê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt. Derbarê çalakiya xwe de jî ajokar ev tişt got: "Ev çalakiya min ji bo parastina mafê nexweşan e. Min nexweş bir serwîsa lezgîn lê nikaribû radestî servîsa onkolojiyê bikim. Gotin, 'biçe wê serwîsê' derketim. Gotin, 'Ev nexweş nehatiye vir'. Ez ê biçin kuder? 15 deqe rawestiyam. Gotin, 'Biçe qata jêr a 3'yemîn. Servîsa B a lênêrîna awarte'. Çûm... Got, 'Gelo bijîjk tuneye, ev nexweş nexweşê serwîsa lênêrîna awarte ye. Hûn çima min digerînin?' Gotin, 'Ev ne nexweşê me ye'. Ez bi kuderê ve biçim?"    Polisên ku hatin cihê bûyerê rojnamegeran ji cihê bûyerê dûr xistin û destûr nedan ku dîmen bikişînin.    Piştî demekê ajokar dev ji çalakiya xwe berda.