Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin 2022-06-14 18:45:33   ÊLIH – Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Seyhan Başak li Êlihê di avêtina ser malê de hat binçavkirin.    Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Seyhan Başak li mala xwe ya li Taxa Gapê ya Êlihê hat binçavkirin. Hat hînbûn ku Başakê birine Midûriyeta Polîsan a Êlihê.   Lêgerîna li mala Başakê didome, lê nehat hînbûn bê ka ji ber çi hatiye binçavkirin.