Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin 2022-06-14 22:52:14     ENQERE – Midûrê Giştî yê Girtîgehan Yûnûs Alkaç ku di Komîsyona Vekolîna Mafên Girtî û Hikumxwaran de axivî daxuyand ku der barê girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûkê de cardin prosedureke taloqkirina înfazê dane destpêkirin.    Komîsyona Vekolîna Mafên Mirovan a Meclîsê di Komîsyona Vekolîna Mafên Girtî û Hikumxwaran de rapora ku di serdana Swêde de hat amadekirin û raporên saziyên serdana Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê kirine da ber nîqaşê.    Piştî qebûlkirina rapora ku piştî serdana girtîgeha li Swêdê hat qebûlkirin, parlementeran jî dîtinên xwe yên der barê Girtîgeha Kocaeliyê de anîn ziman. Di komîsyonê de li ser navê koma CHP'ê Enîs Berbeoglû, Serokê Komîsyonê yê AKP'î Îbrahîm Yûrdûseven, Parlementera HDP'ê Fatma Kûrtûlan, Parlementerê CHP'ê Alî Haydar Hakverdî axivîn û pirs ji Midûrê Giştî yê Girtîgehan Yûnûs Alkaç kirin.    Midûrê Giştî yê Girtîgehan Yûnûs Alkaç ku pirsên parlementeran bersivand li ser xala 16'an a Qanûna Înfazê ya têkildarî Aysel Tûglûkê de sekinî û got: "Taloqkirina înfazê bi du awayan tê destpêkirin û pêk tê. Yek; li ser daxwaza hikumxwar, helbet ji bo me jî guncav be an jî bêyî daxwazê rasterast tê kirin. Mesela ji ber ku di van demên dawî de bûye rojev, ez ê çend tiştan bibêjim; Demek berê me ji bo Aysel Xanimê cardin prosedura taloqkirina înfazê da destpêkirin, yanî bêyî ku daxwazek wê yî bi vî rengî hebe me da destpêkirin-ez ne şaş bim hatiye- û me ew cardin şand Saziya Tiba Edlî, ew muayene kir. Helbet taloqkirina înfazê hewce ye yan na, ev mijareke pir teknîkî ye, rasterast têkildarî tenduristiyê ye. Xala 16'an ev karbidestî rasterast daye Saziya Tiba Edlî. Saziya Tiba Edlî tespît bike ku hikumxwarek nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, Serdozgeriya Komarê jî di warê ewlehiya civakê de mijarê dinirxîne, lê ev di pêkanînê de jixwe pir sînorkirî ye. Te dît, mutleq ne otomatîk e, lê Saziya Tiba Edlî di xala 'nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne' de bi piranî bi vî awayî biryara taloqkirina înfazê dide."    Her wiha Alkaç têkildarî Garîbe Gezerê de jî diyar kir ku bi fermana wî kontrolor hatine peywirdarkirin û got: "Me bi biryara wezîr beg ji Desteya Teftîşê mufetîş peywirdar kirin, lêprisîna edlî hat kirin û biryara neşopandinê hat dayîn."   Rapora Kocaeliyê piştî hevdîtinan bi piraniya dengan hat qebûlkirin.