'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan' 2022-06-15 09:06:36   ŞIRNEX - Hatîce Yaman, dayika endama YJA-Starê Sûzan Yaman ku di sala 2014’an de jiyana xwe ji dest daye û piştî mirina wê li  Qilebanê gelek kesan bernavê wê "Avînar" li zarokên xwe kirine, bal kişand ser êrişên li Herêma Kurdistanê û got: "Bila ev şer bi dawî be. Em êdî kuştinê û şer naxwazin. Divê her kes rabe ser pêyan û dengê xwe bilind bike li dijî vî şerî."    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Tirkiyeya ku tevî PDK'ê jî di şer de nikare pêş ve biçe cardin çekên kîmyewî xistiye dewrê. Li gel vê bertekên li dijî van êrişan û hevkariya PDK'ê jî didomin. Hatîce Yaman, dayika endama YJA-Starê Sûzan Yaman (Avînar Edessa) ku di sala 2014'an de li gundê Ekreş Sefan ê Cezaayê jiyana xwe ji dest daye jî bertek nîşanî van êrişan da û got: "Divê her kes rabe ser pêyan û dengê xwe bilind bike li hember vî şerî. Me heta niha tu xweşî nedîtiye. Em jî jiyanek azad dixwazin.”   Dayika 9 zarokan Hatîce Yaman a 53 salî bi eslê xwe ji gundê Bêgurza ya Şirnexê ye. Di salên 90’î de hêzên dewletê bi ser gundê wan de digirin û xaniyên wan dişewitînin. Wê demê birayêwê Osman Îşçen, xalên wê Haşîm û Omer jî ji aliyê dewletê ve tê qetilkirin. Malbata Yamanê jî ji ber zilmê neçar dibîne û berê xwe dide bajarokê Gundikê Melî û li vir bi cih dibe. Malbata Yaman ku di zarokatiya xwe de tê zewicandin tê li Qilebanê bi cih dibe û li vir jî bi heman zext û zilmên dewletê re rû bi rû dimîne.    AVÎNARÊN NÛ MEZIN DIBIN   Keça wê Sûzan Yaman (Avînar Edessa) jî di sala 1991’an de li Qilebanê di bin zext û zilma dewletê de hatiye dinyayê. Sûzan Yaman jî wek malbata xwe bi tundî û zilma dewletê re rû bi rû dimîne. Yaman li hember zilma dewletê di sala 2008’an de tevlî nava refên PKK’ê dibe û di sala 2014’an de jî jiyana xwe ji dest dide. Piştî ku Sûzan jiyana xwe ji dest dide, li navçeyê gelek kes navê "Avînar" li zarokên xwe yên keç dikin û îro Avînarên nû mezin dibin.   ‘MIN HERÎ DAWÎ EW ROJ EW DÎT'   Dayik Hatîce Yaman behsa keça xwe kir. Yaman anî ziman ku Sûzan ji hemû zarokên wê cudatir bûye û wiha behsa çûna wê kir: “Dema ku tevlîbû jî ji me re tiştek negot. Dibistanê dixwend û ew roja ku çû tevlîbû got, ‘ez ê ji bo dersên xwe biçim Şirnexê û sê rojan li wir bim. Li min negerin.’ Li gel wê 10 TL hebû û ew jî da min. Got ‘ji min re lazim nake, bila li cem te be.’ Min jê re got tu diçî dibistanê bila li cem te be', lê qebûl nekir. Wekî ku xatir ji min xwest. Lê min qet ferq nekir. Piştî ku tevlîbû şûnde me bihîst ku keça min çûye. Min keça xwe herî dawî wê roja ku çû dît.   Yaman destnîşan kir ku keça wê her tim têkildarî jiyana wê pirs jê dikirin û wiha pêde çû: “Ji ber ku ez di temenê xwe yê biçûk de hatim zewicandin, gundê me hat valakirin û şewitandin her tim ji min re digot behsa jiyana xwe bike. Ji min re digot ‘Te çi zehmetî dîtine û jiyaye.’ Her tim ev tişt ji min pirs dikirin. Min jî ji wê re behsa zor, zehmetî û zextên ku hatine serê min dikir. Her êvar dema ku em rûdiniştin li ser jiyana min pirs ji min dikirin. Pirsa wê zilma ku dewletê li me kiribû dikir. Zarokeke zana bû. Dema min behsa jiyana xwe dikir dihat min hembêz dikir.”   ‘EM WEK HEVALÊN HEV BÛN'   Yaman bilêv kir ku keça wê heya çûye jî tim li cem wê bûye û pê r geriyaye û wiha axivî: “Avînar diçû dibistanê û zarokek gelek jêhatî bû. Zarokek gelek bêdeng bû û tu kesî nerihet ne dikir. Ji mezin û biçûkan re rêzdar bû. Ez biçûma ku ew bi min re dihat. Gelek xwedî li zimanê kurdî derdiket. Di jiyana xwe de her tim bi kurdî diaxivî. Bi 5 hevalên xwe re biryar dabû ku ew ê biçin. Lê belê 4 hevalên wê neçûn û ew li ser soz û biryara xwe sekinî û çû. Ji min re behsa hemû tiştên xwe dikir. Têkiliya me gelek baş bû. Em wek hevalên hev di bûn. Tu carî dilê min xemgîn nedikir. Piştî ku çû jî ew bîranînên wê her tim di bîra min de bûn. Min tu carî bîranîn wê ji bîr nekirine. Ez dema xemgîn bûbûma dihat min dida kenandin. Nedixwest ez xemgîn bibim. Ji min re digot ‘dema tu diqehirî, em jî diqehirin.’ Piştî ku çû êdî wek berê nekeniyam. Ji sohbetê gelek hez dikir. Ji ber vê yekê her tim diket nava civakê, guhdar dikir. Hemû jiyana wê ji bo min bîranîn e.”   ‘EM ŞER NAXWAZIN'   Yaman di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê li Herêma Kurdistana Federê yê bi destê Tirkiye û hevkarê wê PDK'ê tê kirin jî got: “Niha li aliyê Başûr jî şerek heye. Dilê min şewitî, ez naxwazin êdî dilê tu dayikên dinê bişewite. Bila ev şer bi dawî be. Em êdî kuştinê û şer naxwazin. Divê her kes rabe ser pêyan û dengê xwe bilind bike li hember vî şerî. Me heta niha tu xweşî nedîtiye. Em jî jiyanek azad dixwazin.”