Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin 2022-06-15 09:09:51   AMED - Menîce Yenî, dayika Zindan Yenî ku cenazeyê wî di qutiyekê de radestî wê û bavê wî hatibû kirin, anî ziman ku cenaze ji bo otopsiyê birine ATK'a Stenbolê, lê awayê mirinê hatiye veşartin û zabitnameya muayeneyê nedane wan.    Par di meha îlonê de li gundê Pirejman ê navçeya Pîran a Amedê Zindan Yenî di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Lê cenaze piştî 8 meh û 9 rojan, di 23'yê gulanê de di qutiyekê de radestî bav Hasan Yenî hatibû kirin.    Dayik Menîce Yenî diyar kir ku zabitnameya muayeneyê ya cenaze nedane wan.      Dayik Yenî bal kişand ser zor û zehmetiyên ku kişandine û got: "Nexwe we kurê min bi çekên kîmyewî kuştiye û ji bo ev şop winda bibin piştî çend mehan we cenaze da me. Belkî kurê min sax bû jî. We cenazeyê kurê min parçe kir."    GELEK CARAN SERLÊDAN KIRINE   Dayik Menîce Yenî anî ziman ku par di 9'ê Mijdarê de eskeran telefonî wan kiriye ku Zindan Yenî miriye û piştî vê ji bo cenaze wergirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Pîranê dane û got, dozgeriyê jî berê wan daye Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Dayik Yenî bilêv kir ku ji bo teşxîskirina cenaze xwîn nedane û got: "Dozger ji me re got, 'sedema mirina wî nediyar e' û ji ber vê wê cenaze bişînin Saziya Tiba Edlî (ATK) û piştî diyar bibe cenaze yê kê ye dê wê çaxê bide. Yanî piştî çend mehan cenaze dan. Beriya bê dayîn me gelek caran serlêdan kirin, lê tu tişt bi dest me neket."    Yenî bilêv kir ku herî dawî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê dane û got: "Lê dozgeriyê daxwaza ÎHD'ê jî qebûl nekir."    ‘KURÊ MIN BI KÎMYASALÊ HATIYE KUŞTIN'   Yenî diyar kir ku paşê ji wan re hatiye gotin ji otopsiyê cenazeyê kurê wê şandine ATK a Stenbolê û ji ber vê hevjînê wê Hasan Yenî çûye Stenbolê û got: "Gotibûn cenaze li Stenbolê ye, lê dê tu agahiyê nedin. PIştî vê ez jî çûm Serdozgeriya Komarê ya Pîranê. Ji min re gotin hê encam ne diyar e. Min jî bertek nîşanî dozger da û got, 'Kurê min bi keviran an jî daran nehatiye kuştin. Bi kîmyasalê hatiye kuştin.' Piştî vê jî dozger got, êdî hewce nake hûn werin cem min, gava tiştek diyar bibe ez ê li we bigerim. Lê roj di ser re derbas bûn tu tişt nehat gotin. Vê carê jî min telefonî dozgeriyê kir û cardin tiştek ji min re negotin. Lê min bi israr telefon kir. Tew ji min re gotin, 'Tu çima ev qasî me nerihet dikî. Ger tu wisa bikî em ê giliyê te bikin.' Min jî got heya cenazeyê kurê xwe wernegirim ez ê we nerihet bikim û min got, 'Neynûkek wî jî mabe ez ê xwedî lê derkevim.'"    DI HUNDURÊ QUTIYÊ DE ŞANDINE   Yenî diyar kir ku piştî mirina kurê wê bi 7 mehan dozgeriya Amedê telefonî wan kiriye û ji bo wergirtina cenaze berê wan daye ATK a Amedê û wiha axivî: "Tenê hiştin em çar kes biçin. 20 wesayîtên polîsên sivîl, 2 wesayîtên zirxî û 3 wesayîtên binçavkirin em dişopandin. Bi ser de jî qereqola gundê me Başnikê jî tim telefonî hevjînê min dikirin û digot, 'cenaze neynin gund.' Hê me cenaze wernegirtibû ev qasî bi ser me de dihatin. Gava em çûn ATK'ê, cenazeyê kurê min di hundirê qutiyekê de dan bavê wî. Wê kêliyê ji ber ku min dirûşmeya 'şehîd namirin' berz kir, polîsan dora min dorpêç kirin û devê min girtin. Polîsan bi wesayîtên zirxî heya qereqola Başnikê em şopandin. Paşê qereqola eskeran li têketina gundê Dersinê pêşiya me girt."    Yenî bilêv kir ku gava cenaze anîne gund eskeran gundiyan dorpêç kiriye û nehiştiye kes biçe doristanê û wiha berdewam kir: "Gava me cenaze anî goristana gund, eskeran carekê bera hewayê dan û gotin, 'bi şaşî wisa bû.' Ji bo gel neyê goristanê gundî dorpêç kirin. Nehiştin em şîna xwe li şînxaneya gund deynin."    ‘SEDEMA MIRINÊ NEHATIYE DIYARKIRIN'   Yenî bilêv kir ku awayê mirina kurê wê nehatiye diyarkirin û wiha got: "Madem wisa ye, çima hûn sedema mirina wî diyar nakin? Nexwe we kurê min bi çekên kîmyewî kuştiye û ji bo ev şop winda bibin piştî çend mehan we cenaze da me. Belkî kurê min sax bû jî. We cenazeyê kurê min parçe kir. Fikarên min hene."    Yenî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca nedayîna cenaze şikandina vînê bûye û got: "Tim telefonî me dikirin ku em biçin ber HDP'ê. Lê me soz dabû zarokên xwe, em ê heya dawiyê li cem wan bin û şopdarê têkoşîna wan bin."