Doza Tahîr Elçî dest pê kir 2022-06-15 10:41:47   AMED - Danişîna 5’emîn a doza Tahîr Elçî ku 3 jê polîs 4 kes tên darizandin dest pê kir.    Danişîna 5’emîn a doza Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li navçeya Sûra Amedê di 28’ê Mijdara 2015’an de hat qetilkirin dest pê kir. Polîsên bi navê Sînan Tabûr, Mesût Sevgî û Fuat Tan ji sûcê “bûne sedemê mirina zanebûn a qisûrdar” ji 3 salan heta 9 salan bo wan cezayê hefsê tê xwestin û darizandin.. Her wiha endamê PKK’ê Ûgûr Yakişir jî ji sûcê “bûye sedemê mirina bi qestî” 3 caran cezayê heta hetayê yê girankirî tê darizandin. Hevjîna Elçî, Turkan Elçî, birayên wî Mehmet û Omer Elçî, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, serokên baroyên bakurê Kurdistanê û gelek parêzer û nûnerên saziyan beşdarî danişînê bûn.    Danişîn bi daxwazên parêzeran didome.