Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir 2022-06-15 11:46:36   RIHA - Dadgeha Bilind cezayê ku dadgeha herêmî li sê welatiyên suryan ku ji Serêkaniya rojavayê Kurdistanê hatibûn revandin û anîbûn Tirkiyeyê birîbû, xera kir.    Tirkiyeyê û grûbên girêdayî wê yên paramîlîter di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên rojavayê Kurdistanê kiribûn. Hêzên paramîlîter 3 welatiyên sûryan ji gundekî Serêkaniyê wan revandibûn û radestî Tirkiyeyê kiribûn. Dadgeha Rihayê cezayê muebed ê hefsê li van ser sê endamên Meclisa Leşkerî ya Sûryanî Cemîl Gerger, Emed Cesîm Suud û Muhasîn Xerbî Ehle yên ku ji parastina gundekî berpirsiyar bûn birîbû.    ÎSTÎNAFÊ CEZAYÊ MUEBEDÊ XWEST    Di danişîna dawî ya dozê de dadgeha Rihayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li her yeke 7 sal û 6 meh cezayê hefsê birî. Ev biryara ceza şandin Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê. Dadgeha Îstînafê biryar xera kir û xwest Dadgeha Rihayê cezayê muebedê li her sê welatiyên sûryanî bibire. Li ser vê yekê Dadgeha Rihayê bi hêceta “yekitî û tevahiya welat xera kirine” cezayê muebedê li wan birî.    DADGEHA BILIND CEZA XERA KIR    Parêzerê her sê welatiyên sûryan Mustafa Vefa dosyeya wan bir rojeva Dadgeha Bilind. Dîareya 3’yemîn a Dadgeha Bilind biryara cezabirîna dadgeha Rihayê xera kir. Ji ber vê biryara Dadgeha Bilind carek din li Dadgeha Rihayê rê li ber darizandina her sê welatiyên sûryan vebû. Her wiha biryara dewama girtina her sê welatiyan jî hat dayîn.    103 KES TÊN DARIZANDIN    Li aliye din Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Rihayê tespît kiriye ku 103 kes ku ji rojava revandine anîne Rihayê bi vî rengî tên darizandin.