Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin 2022-06-15 12:06:05   AMED - DFG û MKGP têkildarî rojnamevanên ku hîn jî îfadeya wan têne girtin, li ber edliyeyê daxuyanî dan û wiha hat gotin: "Dixwazin rastiyan veşêrin. Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin."   Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezoptamyayê têkildarî 20 rojnamevanên beriya 8 rojan li Amedê hatin binçavkirin û îro birin Edliyeya Amedê û li ber edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Gelek rojnamevan, malbatên rojnamevanan û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Di dema çalakiyê de pankarta "Hûn nikarin bêdeng bikin" hat hildan û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû axivîn û diyar kirin ku çapameniya azad mîna doh îro jî wê serî netewîne û xwestin ku rojnamevan bên berdan.      'BINÇAVKIRINA ROJNAMEGERIYA KURDÎ YE'    Kadrî Esen anî ziman ku armanca binçavkirinê êrişa li ser zimanê kurdî û nasnameya kurdan e û got: "Ji me re dibêjin ku bûyerên diqewimin veşêrin. Em venaşêrin. Li Kurdistanê em ê bûyerên diqewimin rasterast bigihînin gel. Bi van operasyonan dixwazin çapemeniya kurd bêdeng bikin."   'HÛN Ê NIKARIBIN ME BÊDENG BIKIN'   Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu jî wiha axivî: "Ji ber ku hevalê me rojnamevantî dikirin û rastî digihandin gel, bûn hedef. Ji ber vê yekê jî avêtin ser mal û cihên wan ên kar. Bi rêya van operasyonan dibêjin, 'Nabe ku hûn rastiyan bigihînin gel, em ê we krîmînalîze bikin û bikin hedef'. Bi bombardûmanê bi windakirinê, bi qetilkirinê we nekarî çapemeniya azad bêdeng bikin, îro jî nikarin bêdeng bikin."   Muftuoglu ji bo mezinkirina piştevaniyê bang li rojnamevanan û rêxistinên rojnamevanan kir.