‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’ 2022-06-15 15:48:15   STENBOL - Kedkarên çapeniyê yên binçavkirina rojnamevanan a li Amedê şermezar kirin, diyar kirin ku zext wê nikarin çapemeniya azad bêdeng bike û bi lêv kirin ku rojnamevan wê nivîsîna heqîqetê bidomînin.   Li Stenbolê kedkarên çapemeniyê yên azad, ji bo piştevaniya 20 jê rojnamevan 22 kesên li Amedê di 8’ê Hezîranê de hatin binçavkirin û şermezarkirina zextan li pêşiya Operaya Sureyya ya li navçeya Kadikoyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dilşat Canbaz, Mûsa Pîroglû, endam û rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Şoreşger û gelek rojnamevan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila rojnamevanên di bin çavan de bên berdan, çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” hate vekirin û dirûşmeyên “Girtin û zext nikarin me têk bibin” , “Rojnamevanî ne sûc e, rûmet e” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de rojnamevanan dowizên “Dengê rastiyê nikare were bisînordarkirin” , “Girtin û binçavkirin nikarin me têk bibin” hatin hilgirtin.    ‘ÇAPEMENIYA AZAD WÊ KARÊ XWE BIDOMÎNE’   Di daxuyaniyê de ewilî parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz destnîşan kir ku rojnamegerî ne sûc e û wiha got: “Di her daxuyaniyên çapmeniyê de ewilî ji hevalên cem me re barîkat tên avakirin û tundî li wan tê kirin ji ber ku naxwazin rastî bên nivîsîn. Derbarê hevalên me yên di 8’ê hezîranê de hatin binçavkirin de tu sûc nedîtin, hewl dan sûcan hilberînin. Dest danîn ser kompîtûran, rojnamevanî ne sûc e, çapemeniya azad nikare were bêdengkirin. Ew dê şopa xwe ya li pey heqîqetê bidomînin, em jî piştevaniyê didin hevalan.”   ‘EM Ê NIVÎSÎNA RASTIYAN BIDOMÎNIN’   Dû re li ser navê MKGP’yê rojnamevan Nişmiye Guler axivî û wiha got: “Li buroyên me 8 rojan lêgerîn kirin. Li ser dosyayê biryara nepen dan û parêzer agahdar nekirin. Me nikarî agahiyan bigirin lê medyaya alîgir pîşeya me û hevalên me hedef nîşan da. Em ê nivîsîna rastiyan bidomînin. Daxuyaniya em di nava dorpêçê de dikin şerma vî welatî ye. Hûn ê nikarin dengê kedkarên çapemeniyê qût bikin. Dibe ku îro hin hevalên me bên girtin jî lê em ê kameraya wan li erdê nehêlin.”   Pişt re li ser navê rojnamevanan edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip diyar kir ku hêvî dikin careke din mecbûr nemînin piştevaniya rojnamevanên bên binçavkirin bikin û wiha got: “Heke hûn bixwazin civakekê bêxin bin zextê karê we yê ewil hedef girtina çapemeniya azad e. Ev taybetmendiya hemû pergalên zextker ya tê zanîn e. Îro jî desthilatê ji bo bêhna çapemeniya azad bibire û mafê nûçe girtinê ya gel asteng bikin li dijî rojnamevanan şer îlan kiriye. Hema bêje her roj derbarê me rojnamevanan de lêpirsîn tên vekirin, bi ser malên me de digirin, tên binçavkirin û gel li me tê xwarin. Rojnamevanî sûc nîne. Em li cem hevalên xwe ne û em ê rojnamevantiya xwe bidomînin. Kesên serwer kengî bixetimin êrişî kurdan û çapemeniya kurdan dikin. Bi salan e bi awayekî sîstematîk kedkarên çapemeniya azad tên girtin, binçavkirin, dozên girtinê lê tên vekirin û tên sansurkirin. Li dijî kevneşopiya erişên dewletê, kevneşopiya berxwedana çapemeniya kurd nivîsîna rastiyan didomîne.”   ‘TEVÎ HEMÛ ÊRIŞAN JÎ DIBIN DENGÊ JINAN’   Gayip, da zanîn ku polîtîkayên dijminane yên li ser jinan li her qadê didomin û wiha berdewam kir: “Di operasyona Amedê ya dawî de bi ser buroya Jinnewsê de jî girtin û dest danîn ser ekîpmanên rojnamevanên jin. Gelek caran kedkarên jinnewsê hatine binçavkirin, girtin û rojnamevantiya wan hatiye astengkirin. Lê jinên rojnamevan tevî hemû êrişan jî dibin deng û bêhna jinan.”   ‘NE ZEXT NE TUNDÎ NE QANÛN NIKARIN NÛÇEYÊN ME ASTENG BIKIN’   Gayip, anî ziman ku polîs di gelek çalakiyan de tundiyê li rojnamevanan dikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Gelek caran malperên me yên nûçeyan tên girtin, nûçeyên me tên astengkirin. Dewleta ku qîma xwe bi vê naîne niha jî hewl dide ‘bi Qanûna Dezenformasyonê’ çapemeniya azad, çapemeniya muxalîf bêdeng bike. Ne zext, ne tundî ne qanûn ne jî giştînameyên we nikarin nûçeyên me asteng bikin. Em li aliyekî her roj li pey nûçeyekê digerin ji aliyê din hewl didin tev li danişînên dozên hevalên xwe bibin û piştevaniya wan bikin. Em weke Kedkarên Çapemeniya Azad nabin rojnamevanên desthilatê. Em ê her tim rastiyan binivîsîn û dengê civakê ragihînin. Tirsa wan ji ber vê yekê ye, em ê tirsa wan veguherînin rastiyê.”     Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.