Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî 2022-06-15 15:56:29   AMED - Parêzer Mahsûnî Karaman diyar kir ku piştî wî tespît kiriye ku 13 saniyeyê dîmenê kameraya polîs a di cînayeta Tahîr Elçî de winda ye, tavilê piştî dozgerê ku lêpirsînê birêve dibir Ûmût Încîr di odeyê de derî li ser wî kilîd kiriye û xwestiye wek gumanbarê dosyeyê îfadeya wî bigire.    Danişîna 5’emîn a doza Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li navçeya Sûra Amedê di 28’ê Mijdara 2015’an de hat qetilkirin didome. Polîsên bi navê Sînan Tabûr, Mesût Sevgî û Fuat Tan ji sûcê “bûne sedemê mirina zanebûn a qisûrdar” ji 3 salan heta 9 salan bo wan cezayê hefsê tê xwestin û darizandin.. Her wiha endamê PKK’ê Ûgûr Yakişir jî ji sûcê “bûye sedemê mirina bi qestî” 3 caran cezayê heta hetayê yê girankirî tê darizandin. Huseyîn Ogunc ku li Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê girtî ye û ku di danişînê de wî wek şahid derxistine pêş bi rêya SEGBÎS’ê hat guhdarîkirin.    Ogunc diyar kir ku ew ji bersûcan Ûgûr Yakişir nas nake û bersiva serokê dadgehê jê pirsa “Ûgûr Yakişir derbarê Tahîr Elçî de tu beyanan da” da û got: “Derbarê Tahîr Elçî de tu beyanan neda.”    Ji polîsên bersûc Mesût Sevgî, Sînan Tabûr û Fuat Tan ku bi rêya SEGBÎS’ê jî beşdarî danişînê hatibûn kirin tiştek bêjin heye an nîne hat pirsîn. Polîsan got tu tiştek bêjin nîne.    ‘DI DOZÊ DE TU PÊŞKETIN NEBÛ’    Piştre parêzer axivîn û behsa bûyerê û dozê kirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û destnîşan kir ku tevî ewqas sal jî heta niha di dozê de bi qasî serê derziyê tu pêşketin çênebûye. Nahît Eren da zanîn ku gotinên Serokwezîrê serdema cînayetê Ahmet Davutoglu yên wek “Cînayeta Tahîr Elçî cînayetek siyasî ye” û “dadgeh gazî min bike, ez ê îfade bidim” bi bîr xist û tevî ku Davutoglu van gotinan kiriye jî lê heta niha dadgehê vê piştguh kiriye û got: “Dibe ku di demên pêş de Davutoglu bibe bersûc jî. Biryarên ku tarî bê ronîkirin bidin.”    'DERIYÊ ODEYÊ KILÎD KIR Û XWEST MIN BIKIN GUMANBAR’    Parêzerên bi navê Orhan Kemal Cengîz, Erdal Dogan jî axivîn. Parêzer Mahsûnî Karaman jî axivî û cara ewil e ku bûyerek di pêvajoya lêpirsînê de hatiye sere wî vegot. Karaman destnîşan kir ku piştî wî tespît kiriye ku 13 saniyeyê dîmenê kameraya polîs a di cînayeta Tahîr Elçî de winda ye, tavilê piştî dozgerê ku lêpirsînê birêve dibir Ûmût Încîr di odeyê de derî li ser wî kilîd kiriye û xwestiye wek gumanbarê dosyeyê îfadeya wî bigire. Karaman wiha qala bûyera hatiye serê wî kir: “Piştî ku min kêmasiyên di dîmenan de tespît kirin, dozgerê ku lêpirsîn birêve dibir ez li odeya xwe hiştim û derî li ser min kilîd kir. Xwest îfadeya min pêşî wek gumanbar û paşê jî wek şahid bigire. Ji ber ku min kêmasiya 13 saniye dît, vê tiştê li min kir. Wê demê serokê baroyê û parêzeran zorê da derî û min derxistin derve. Rojnameya Zamanê ji min re hejand û ji min re got, heke ez wek gumanbar îfade bidim, ‘ez ê te bigirim’. Dema me vê yeke ji serdozger re got, serdozger got, 'Min fermana kilîdkirina deriyê odeyê daye’. Ew Serdozger Ramazan Solmaz bû, niha jî ew doza kurdên li Konyayê hatin qetilkirin lêkolîn dike. Ew serdozger e, ev serdozger e.”    'PARÊZVANÊ SERDOZGER GULE BERDA HEWAYÊ’    Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî anî ziman ku wan xwestiye li gel dozger biçin kuçeyê kuştina Elçî lêkolîn bikin. Aktar diyar kir ku ji bo ew biçin cihê bûyerê derketine ser rê û dengê çekan hatiye wan û ji ber denge çekan vegeriyane. Aktar anî ziman ku dengê çekan piştî ku parêzvanê serdozger gule berdaye hewayê hatiye û got: “Xwestin bêjin va şer derketiye. Ji bo ku delîlan ji holê rakin, qedexeya derketina derve bê ragihandin. Jixwe wisa jî kirin.”    Piştî axaftin û daxwazên parêzeran dadgehê navber danişînê.