Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin 2022-06-15 16:04:55   AMED - 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, biryar da ku serokwezîrê dema kuştina Tahîr Elçî Ahmet Davûtoglû bê guhdarkirin.    Di danişîna doza cinayeta Tahîr Elçî Elçî de derbarê daxwaza parêzeran de biryara navberê da. Dadgehê, biryar da ku ji ATK'ê re muzakere bê nivîsandin û jê bê pirsîn ku çima 12 saniyeyê dîmenê dema cinayeta Elçî hatiye windakirin. Biryar hat dayîn ku li benda bersivên muzakeryên ku hatine nivîsandin û nehatine bersivandin bê sekinandin. Dadgehê, daxwaza parêzeran a ji bo guhdarkirina endamên îstixbaratê yên li cihê bûyerê û li şûna SEGBÎS'ê polisên bersûc li dadgehê bên amadekirin, red kir.    Dadgehê, daxwaza parêzeran a guhdarîkirina serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû ku beriya niha red kiribû jî qebûl kir û biryar da ku ji bo ku weke şahid bê guhdarkirin navnîşana Davûtoglû bê tespîtkirin û jê re agahdarname bê şandin.    Dadgehê danişînê taloqî 13'ê mijdarê kir.