Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî 2022-06-15 19:45:38     AMED - Li navçeya Rezan a Amedê di navbera du koman de şerekî çekdarî rû da. Sedema şer nehat hînbûn.    Li Kuçeya 48'an a Bûlwara Medîneyê ya Taxa 5'ê Nîsanê ya navçeya Rezanê ya Amedê îro ber evarê du kom bi çekan pev çûn. Di pevçûnê de tu kes birîndar nebûye. Lê fîşekên çekan li du wesayîtên li kuçeyê parkkirî ketine.    Nehat hînbûn ku bê her du alî ji ber çi pev çûne.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.