‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e' 2022-06-16 09:03:22   STENBOL - Fatoş Guney neberdana Aysel Tûglûk wekî "faşîzm" û "îşkenceyê" pênase kir û got: "Ya tê kirin bi awayekî eşkere faşîzm."    Girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûk ku di Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de û nexweşîna "demans"ê pê re ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan. Duh Midûrê Giştî yê Girtîgehan Yûnûs Almaç ragihandibû ku ji bo Aysel Tûglûkê cardin prosedura taloqkirina înfazê dane destpêkirin.  Aktivîsta mafên mirovan Fatoş Guney (hevjîna Yilmaz Guney) ku di 11'ê Hezîranê de li Stenbolê tevli komxebata bi mijara "Li Girtîgehê Jinbûn" a Tevgera Jinên Azad (TJA) bû, ji bo Tûglûkê bang kir.    Guney neberdana Tûglûkê wekî binpêkirina mafan û îşkenceyê pênase kir û got, demildest divê Tûglûk bê berdan û bê dermankirin. Guney diyar kir ku li Tirkiyeyê rêvebiriyeke li ser esasên faşîzmê li Tirkiyeyê heye û yên herî zêde bandorê ji vê faşîzmê digirin jî girtîgeh in. Guney destnîşan kir ku tevî hemû raporên nexweşxaneyê jî Tûglûk nayê berdan û got, bi raporên ATK'ê astengkirina berdana girtiyên siyasî faşîzm e.    Guney bilêv kir ku li Tirkiyeyê feraseteke xwe wekî sivîl nîşan dide lê di asasê xwe de faşîst e heye û got: "Ên bedêla herî giran a pêkanînên vê faşîzmê didin jî girtiyên siyasî û girtiyên nexweş in. Kesên bedêlê didin jî pirnaiya wan kesên ji bo mafên mirovan, biratiya gelan û wekheviyê têdikoşin bi xwe ne. Her wiha ji vana gelek jê jî jin in. Ez wisa difikirim ku dê ev çewisandin bidomin. Sedemeke van pêkanînên li hemberî Tûglûkê jî nasnameya wê ya jinbûnê û nijadî ye. Ya tê kirin bi awayekî eşkere faşîzm e."     ‘DIVÊ EM DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDIN'   Guney destnîşan kir ku ji xeynî têkoşînê wekî din tu rêyeke çareseriyê tune ye û wiha axivî: "Em ê tim bihêvî bin. Divê em tu carî dest ji têkoşînê bernedin û ji bo berdana Ayselê hewl bidin. Ji lew re neheqiyek heye. Raporên nexweşxaneyan hene, lê dîsa jî Ayselê bernadin. Ev bêhiqûqîtî ye. Li Tirkiyeyê hiqûq di nava pêyan de ye. Daraz û ATK jî gava derbarê girtiyên nexweş de biryaran didin, ji jor de mudaxileyî wan tê kirin. Lewma raporên li gor dilê desthilatê didin. Zanistê û hiqûqê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ji bo bidawîbûna van çewisandinan divê hemû kesên demokrasî û azadiyê diparêzin bên cem hev du. Ji lew re dewletê heya niha împaratoreyeke tirsê ya mezin ava kiriye. Di çalakiyeke herî biçûk de jî mirov bi êrişan re rû bi rû dimînin, bombeyên gazê li ser wan tên reşandin. Lê dîsa jî divê em li dijî hemû çewisandinan li ber xwe bidin û bitêkoşin."