Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim 2022-06-16 09:08:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûrten Çelebî, hevjîna siyasetmedar Mehmet Zekî Çelebî yê li Silêmaniyê hat qetilkirin diyar kir ku heya kujer neyên dîtin dê bitêkoşe û got: "Heya ez van kujeran nebînim, hesab nepirsim û ew neyên cezakirin ez ê nesekinim."    Di ser kuştina siyasetmender Mehmet Zekî Çelebî ku di 17'ê Gulanê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, 30 roj derbas bûn. Di dîmenên dema gulebarankirina Çelebî de kifş bûbû ku kesên bera wî dane bi rihetî tevdigerin û diçin Hewlêrê. Li gel van dîmenan jî heya niha tu kes nehatiye girtin ji aliyê asayîşa herêmê ve.    Nûrten Çelebî, hevjîna Mehmet Zekî Çelebî diyar kir ku heta kujerên hevjînê wê neyên dîtin û darizandin dê bitêkoşe.   Nûrten Çelebî anî ziman ku beriya hevjînê wê bê kuştin gelek caran gef lê hatine xwarin û ji ber vê gelek caran haya asayîşa herêmê pê xistine, lê dîsa jî tu tevdîr nehatine girtin. Çelebî got: "Em heta sala 2010’an li Wanê man. Piştî sala 2010’an dosyeya hevjînê min ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. Destpêkê hevjînê min û pişt re jî em koçberî Silêmaniyê bûn. Ji wê demê heta bûyerê em li wir man. Weke hemû bakuriyên li wir, bi telefonê di demên cuda de gef li hevjînê min dihatin xwarin. Ev gef di pêvajoya dagirkirina Efrînê de destpêkirin. Me hemû gef tespît kirin û me tevî beglgeyan da rayedaran, lê dîsa jî tu tevdîr nehatin girtin. Di têkoşîna 40 salî de dewlet û hêzên wê yên tarî ne tenê li qadên şer, li hemberî siyasetmedarên kurd ên welatparêz ên ku hewl didin jiyana xwe ya sivîl bidomînin jî qetlîamên bi vî rengî pêk anîne. Ev sûîqesta ku li hemberî hevjînê min hatiye kirin jî parçeyek vê bû. Û ev sûîqestek li dijî nasnameya welatparêziyê ya hevserê min bû."   'MA QET NAYÊ TESPÎTKIRIN'   Nurten Çelebî da zanîn ku heta niha asayîşa herêmê der barê qetilkirina hevjînê wê de tu tişt ji wan re negotine û wiha domand: "Belê, ev sûîqest ji aliyê dewleta tirk ve bi alîkariya PDK'ê tên kirin. Nêzî mehek di ser qetilkirina hevserê min re derbas bûye, lê hê jî tu binçavkirin çênebûne û agahî bi dest me neketine. Tenê bi kurtî agahî dan ku du kesên bi motorsîklêtê direvin û piştî demekê ev motorsîkletê dihêlin û di nava 37 deqîqeyan de jî bi wesayitê ji sînorên Silêmaniyê  derbasî cihekî din bûne. Ya ku ez dipirsim û meraq dikim ev e: Ev kes piştî vê sûîqastê li Silêmaniyê mane. Ev kes li Silêmaniyê li ku mane? Otêla ku lê mane û agahiyên wan, motorsîklet an jî wesayita ku bi kar anîne çawa hatine bidestxistin? Yanî ma qet nayê dîtin?"   'HETA HESABDAYÎNÊ EZ Ê NESEKINIM'   Çelebî anî ziman ku heya kujerên hevjînê wê neyên dîtin dê bitêkoşe û di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ev rewş jî bi awayekî vekirî nîşan dide ku ev sûîqesteke plankirî ye. Ne PDK'ê li ser vê yekê daxuyanî da ne jî me daxuyaniyeke cidî li vir dît. Ez wek hevjîna wî, dixwazim hesabê vê yekê bê dayîn. Divê ew hesabê vê yekê bidin min. Hevjînê min li Silêmaniyê, bi alîkariya MÎT’ê ku PDK piştgiriyê wê dike, li bajarekî ronakbîran yê Kurdistanê hat qetilkirin. Çima ez dibêjim bi piştgiriya PDK’ê? Ji ber ku li gor agahiyên ku heya niha bi dest me ketine, ew kes çûne wir. Lê PDK daxuyaniyeke wiha nade. Ev nîşan dide ku bi alîkariya wan pêk hatiye. Lê Silêmanî jî tiştekî nabêje. Bi rastî ez li vir ji rayedaran dipirsim; Li kolaneke qelebalix a wek Cadeya Baxtiyarî hevjînê min çawa li ber dikanê tê qetilkirin? Û ev kes çawa di 37 deqîqeyan de bi motorsîkletê derdikevin û diçin? Qey qet kamera tune ne? Li vir li her kolanê bi dehan kamera hene. Çawa dîmenên wan tune ye? Du zarokên min hene. Ez ê çawa hesab bidim zarokên xwe ku kî bavê wan kuştiye. Ji bo dîtina berpirsyaran, di vê pêvajoya darazê de çi ji destê min bê ez ê bikim. Ji bo hesabê wî bê pirsîn pêvajoyek daye destpêkirin, ez nikarim bisekinim, nasekinim jî. Heya ez van kujeran nebînim û hesab nepirsim û ew neyên cezakirin ez ê nesekinim."