Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe 2022-06-16 09:09:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Serokatiya Hevbeş a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Husên Kerkûkî destnîşan kir ku Tirkiye di navbera Bexda û Hewlêrê de nakokiyan derdixe û got, Tirkiye bi peymanên ji bo neftê dixwaze tevahiya herêmê têxe bin kontrola xwe.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Heya niha ne Tirkiye ne jî hevkarê wê PDK di van êrişan de tişta xwestibûn bi dest nexistine. Her wiha tê gotin heya niha Tirkiyeyê di van êrişan de 17 caran jî çekên kîmyewî bi kar aniye. Li gel van êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê, li herêmê êrişên Iraqê yên li ser Şengalê jî didomin.   Tê gotin Tirkiye bi van êrişan dixwaze careke din xeta Kerkûk û Mûsilê bişikîne û sûdê ji nefta herêmê bigir û van herêman têxe bin kontrola xwe. Endamê Serokatiya Hevbeş a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Husên Kerkûkî der barê plan û hedefên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'TIRKIYE LI KERKÛKÊ ALOZIYAN ÇÊDIKE'   Kerkûkî diyar kir ku bi êrişên li ser Zap, Metîna û Avaşînê li Kerkûkê jî di qada siyasî û leşkerî de guhertinên mezin çêbûne û got: "Helbet dewleta tirk xwesteka xwe ya kontrolkirina Kerkûk û Mûsilê venaşêre û Erdogan di daxuyaniyên xwe de gelek caran gotiye ku ev herêm girêdayî Tirkiyeyê ne. Sedema van gotinan jî li wan herêma nebûna plansaziyeke hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Nakokiyên di navbera her du aliyan de jî berdawam in. Kerkûk bi nefta xwe dewlemende û ji ber wê jî dixwaze ku wê têxe bin kontrola xwe. Dewleta tirk ji aliyê siyasî û leşkerî ve alîkariya eniya tirkmenan dike. Bi avakirina milîsên hêzên çekdar ên girêdayî wê re dixwaze hestên neteweyî geş bike û xwegihandina Kerkûkê rihet pêk bê herêmê her aloz dike. Ji bo ku armancên xwe pêk bîne li herêmê aloziyan berfireh dike. Piştî rêkeftina veşartî ya di navbera dewleta tirk û PDK’ê de ku bi peymaneke 50 salî ku naveroka wê nayê zanîn, dê petrola Herêma Kurdistanê bifiroşe Tirkiyeyê, aliyên peywîndar û pisporên mijara neftê û gelek parlamenteran ragihandin ku ev rêkeftin ne tenê aborî ye. Dibe ku xalên ne zelal ên leşkerî, ewlekarî û îstixbaratî jî dihewîne. Lewma armanca PDK û Tirkiyeyê kontrolkirina serweta petrola Kerkûkê û li wir avakirina baregehên leşkerî ye. Çawa ku li Başîqa û herêmên din ên Herêma Kurdistanê qewimî, dixwazin heman tiştî li vir jî bikin. Li Iraqê têkçûyineke leşkerî, siyasî çêbibe wê Kerkûkê têxin bin kontrola xwe. Ji bo ku bi lez dagir bike jî wê ewil guhertineke siyasî û ewlekarî pêk bîne û ev jî wê bandoreke berbiçav li ser herêmê bike."    'DI NAVBERA BEXDA Û HEWLÊRÊ DE NAKOKIYAN DERDIXE'   Hûsên Kerkûkî bi lêv kir ku armancên Tirkiyeyê û PDK'ê yên li ser herêmê heman armanc in û wiha axivî: "Bêguman bertekeke tund ji aliyê hinek aliyên opozisyonê û rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafên hene li hember destwerdana Tirkiyeyê ya di warê Kerkûkê de. Ji ber ku ew herêm ji aliyên aborî û civakî, neteweyî, ol û mezheban ve dewlemend e. Dewleta tirk nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi kar tîne. Her wiha Tirkiye bi piştgiriya xwe partiyên Sunî û Îxwan û PDK’ê herêmê îstîsmar dike û vê piştgiriyê ji bo alozî rû bidin dike. Ev dagirkirina dewleta tirk li ber çavên nûnertiya Neteweyên Yekbûyî pêk tê. Çawa ku DAIŞ'ê di êrişên li ser Şengal û Mexmûrê de hevkariya Tirkiyeyê ya bi wan re îtîraf kir. Lê li tevî hemû belgeyan bertekên siyasî û civakî jî red kir. Tirkiye ya ku wê demê nehatiye sekinandin û cezakirin wê li Kerkûk, Mûsil û Herêma Kurdistanê jî nesekine. Lê şêx û eşîrên li Başûr û navenda Iraqê jî şiyar bûne ku plana Tirkiyeyê xetereyeke li ser Iraqê ye."    'ABORIYA HERÊMÊ DIXE BIN KONTROLA XWE'   Kerkûkî anî ziman ku yekem armanca Tirkiyeyê ew e ku aboriya herêmê jî têxe bin kontrola xwe û wiha domand: "Êrişên Tirkiyeyê yên dubare li ser herêmên herêma Kurdistanê xetereyek e. Tirkiye dibêje ku ev êriş bi hevkariya Bexda û Hewlêrê pêk tên. Her wiha ev hevkarî bêyî hêzên Amerîkî pêk nayên. Dewleta tirk her car dibêje ku ev êriş ji bo parastina sînorên wan e. Lê armanc û plana sereke dagirkirina herêma Kurdistanê ye. Bidestxistina destkeftiyên gelê kurd, çêkirina aloziyan û kontrolkirina bîrên petrolê yên Kerkûk û Mûsilê ye. Her carê Erdogan dibêje me piştî şerê duyemîn ê Kendavê bi qebûlkirina Herêma Kurdistanê xeletî kir. Ne tenê ew, heta niha nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tirkiyeyê nîn e. Her wiha dibêje, rêveberiya Bakurê Iraqê, ne hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev niyeta xerab a dewleta tirk nîşan dide. Li aliyê din PDK alîkariya dewleta tirk dike û berdevkê hikûmeta herêmê jî ew bi xwe ne. Bi rêya alayên xwe dibêje, ev êriş jî ji ber hebûna PKK’ê pêk tên. Û bi rêya kadro, hinek siyasetmedar û pênûsên kirêkirî propagandayê dike. Her kes şahidiya wê yekê dike ku di dema êrişên DAIŞê yên li dijî Hewlêr, Kerkûk û Şengalê de, yên ku di parastina Herêma Kurdistanê de alîkariya Hêzên Pêşmerge kirin, hêzên gerîla bûn. Her kes dizane ku yê alîkariya DAIŞ’ê kiriye dewleta tirk e. Ji ber ku PKK baş dizane ku Tirkiye ne tenê ji aliyê leşkerî ve, bi rêya şîrket, medya û rêxistinên xwe dê Herêma Kurdistanê dagir bike. Bi weşana rêzefilmên xwe yên dramatîk û modelên cil û bergan û her wiha piraniya welatiyên herêmê diçin Tirkiyeyê. Ew rêkeftina neyînî ya petrolê û diziya neftê tê wateya ku bi temamî kontrolakirina aboriya herêma Kurdistanê. PKK jî bi berxwedana xwe li hemberî dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê bû asteng û li pêşiya vê plana Tirkiyeyê û plana PDK’ê bû bertek. Ji ber ku gava Tirkiye herêma Kurdistanê kontrol bike, dê herêma Kurdistanê bibe xale destpêkirinê ji bo lêdana destkeftiyên parçeyên din ên Kurdistanê."   'PLAN MEZINTIR Û BERFIREHTIR E'   Kerkûkî diyar kir ku wê gelê herêmê vê dagirkirinê qebûl neke û got: "Berdewamiya van êrişan li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn helbet bandora xwe li ser hemû navçeyên Herêma Kurdistanê dike. Ne tenê Kerkûk û Mûsil. Ji ber ku armanc û plana dewleta tirk ji vê mezintir û berfirehtir e. Dewleta tirk jî dizane, eger ne ji PKK’ê be, pêkanîna wê planê hêsan bû. PKK û hinek ji partî, kesayetên siyasî, rêxistinên sivîl û mafên mirovan û girseyên gel yê Herêma Kurdistanê bûne asteng li pêşiya plana dagirkeriya Tirkiyeyê. Mîna ku li herêma Şîraziyê qewimî û li gelek herêmên Herêma Kurdistanê bi mîtîngan hatin şermezarkirin. Wê gelê herêmê li ser vê axê kesên ku çeteyên DAIŞ'ê perwerde dike qebûl neke."