Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin 2022-06-16 09:37:56   ŞIRNEX - Emîne Ayaz a dayika girtî Esma Ayaz ku li Girtîgeha Şakranê girtî ye destnîşan kir ku keça wê ji bo ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan bi wayek kelemçekirî îşkence lê hatiye kirin û got: “Gefa kuştinê lê hatiye xwarin. Ez ji jiyana keça xwe bikaraim.”    Zext û binpêkirinên li ser girtîgehan her ku diçe xwe bi rêbazek nû nîşan dide. Girtî ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin û yên ku li dijî vê derdikevin jî di hucreya yek kesî de tên girtin. Girtiyên ku bi sepanên dij hiqûqî re rûbirû dimînin bi rêya malbatên xwe banga xwedî derketinê dikin.   Yek ji wan girtiyan jî Esma Ayaz a ku li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê girtî ye. Esma di sala 1998’an de tê girtin û 24 sal in girtî ye û 36 sal ceza lê hatiye birîn. Esma di hevdîtina xwe ya telefona bi malbatê re ragihand ku li Girtîgeha Şakranê li girtiyên jin poşmanî tê ferzkirin û ji bo ku girtî lêferzkirinan qebûl nakin bi îşkenceyê re rûbirû dimînin.   9 CARAN HATIYE SIRGÛNKIRIN    Dayika Esma Ayaz, Emîne Ayaz (65) diyar kir ku keça wê 9 caran hatiye sirgûnkirin û tevî vê yekê jî tu carî zilmê li ser xwe qebûl nekiriye û wiha got: “Keça min 24 sal in di nav çar dîwaran de rexmî hemû zilm û tehdeyan li ber xwe dide. Emrê wê li zindanan derbas bû. Hemû mafên wan ji wan hatiye sitendin. Zarokên me di destê wan de ne lê dîsa jî rehetî nadin wan.”   ‘BI SAETAN ÎŞKENCE KIRIN E’    Ayaz destnîşan kir ku li keça wê poşmanî hatiye ferzkirin û ji bo ku qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin û wiha axivî: “Roja duşemê keça min bi telefonê geriya û ragihand ku îşkence li wan hatiye kirin. Piştî wê bûyerê wan yek û yek xistine hucreya yek kesî û legerîna tazî li wan ferz kirin e. Bi vî şiklî destê wan hatiye kelemce kirin û bi saetan îşkence hatiye kirin. Esma got ji ber kelemceyê hendik maye ku deste wê jê ber bikeve. Em vî zilmê qebûl nakin ji tu girtî û malbatan re muameleyek wiha qebûl nakin. Keça min heke poşman bibûya jixwe ewqas sal li zindanê de nedima. Bila denge girtiyan bibîhîsin.”   ‘GEFA KUŞTINÊ HATIYE XWARIN’    Ayaz diyar kir ku ew îşkence û zilm bi salan e li ser girtiyan berdewam e lê di vê pêvajoyê de ketiye lûtkeyek herî jor û got: “Ji wan re gotine dewlet çima we nakuje. Gefa kuştinê li wan hatiye xwarin. Em ji jiyana zarokên xwe bi fikar in. Em bang dikin ku bila ew îşkenceyê ji zarokên me nekin. Bila dengê zarokên me were bihîstin. Bila girtiyên nexweş serbest werin berdan û ew îşkenceya li ser girtiyên me bi dawî bînin.”   ‘BILA DENGÊ GIRTIYAN BIÇE EWROPAYÊ’   Ferhan Ayaz (70) ku 7 sal in nexweş e, di nava nivînan de ye û ji bo girtiyan banga hestiyariyê kir û got: “Mafê telefonê bi sînordar kirin e. Em nikarin bi keça xwe re bi rehetî biaxivin. Herî dawî gava geriya ew îşkenceyan vegot û telefon hate girtin.  Di hucreyan de jî wan tazî kirin e û kelemce kirine. Em nizanin çiqas wisa maye lê gelek saet bi vî şiklî maye. Tu kes muameleyek wiha heq nake. Em li dijî van îşkenceyan dixwazin deng were berz kirin. Bila rewşa girtiyan biçe heya Ewropayê û mafên mirovan.”