Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin 2022-06-16 10:11:09   STENBOL - Girtiyê bi navê Mecît Şahînkaya ku cezayê wî xelas bûbû, bi hinceta beşdarî “Roja neteweyî nebûye û beşdarî çalakiyên civakî nebûye”, înfaza wî hate şewitandin. Dadgeriyê ev biryar xera kir lê Lijneya Çavdêriyê vêcarê jî bi hinceta “Poşman nîne” înfaza Şahînkaya şewitand.    Welatiyê bi navê Mecît Şahînkaya di sala 2009’an de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de hate binçavkirin û 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “Amûrên talûke pê re bûn” û “Nehişt hêzên ewlekariyê karê xwe bikin û li ber xwe da”, 13 sal û 2 meh û 10 roj cezayê girtîgehê da Şahînkaya. Şahînkaya li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin û li gel ku cezayê wî xelas bûye, rêveberiya girtîgehê pêşî li berdana wî digire.    JI BER NIVÎSA LI SER DÎWAR CEZA DAN    Şahînkaya di pêvajoya girtinê de li gelek girtîgehan ma û herî dawî jî li girtîgeha Wanê tê ragirtin. Bi hinceta ku ji bo mafên xwe yên pirtûk, kovar û sihbetê li ser dîwaran nivîs nivîsandiye, derheqê wî de bi îdiaya “Ziyan da ye malê cemaweriyê” doz hate vekirin. Danişîna dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Wanê hate dîtin û li gel Şahînkaya, her wiha li 6 kesan bi giştî 9 sal cezayê hefsê hate birîn. Cezayê salek û 3 meh ê li Şahînkaya hatiye birîn nedan ber daxistinê.    BEŞDARÎ ROJ Û MERSÎMÊN NETEWEYÎ NEBÛYE   Di heman demê de Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di 3’yê çileya 2022’yan de derheqê Şahînkaya de biryarek da û înfaza wî şewitand. Di biryara xwe de Lijneyê ev hincet nîşan da: “Beşdarî merasîm û bîranînên Qur’anê, Çanda Ol û Hîndekariya Exlaq, ol û neteweyî nebûye. Di heman demê de beşdarî çalakiyên civakî û werzîşê yên ne di dema pandemiyê de jî nebûye.” Piştî îtîraza Şahînkaya, dadgeriyê biryar da ku ev biryar derhiqûqî ye û biryara lijneyê xera kir. Li ser vê yekê jî Lijneya Çavdêriyê di 29’ê adarê de biryareke din da û bi hinceta “Poşman nîne” înfaza Şahînkaya şewitand.    JO BO 35 TL’AN SALEK Û 3 MEH CEZA DAN    Şahînkaya, têkildarî mijarê ji ajansa me re name şand û da zanîn ku cezayê li wan hatiye birîn, bi sedema berteka wan a li dijî tecrîdê hatiye birîn. Bi domdarî Şahînkaya anî ziman ku li hemberî nedayîna pirtûk, kovaran, astengkirina sihbetan û sirgûn û neberdana girtiyên nexweş îtîraz kirine lê belê ev îtîrazên wan bi dayîna cezayan biencam bûne. Şahînkaya, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di serî de 300 TL mesref derxistin. Piştre jî ev mesref li hemû kesî hate parvekirin. Anku ji bo 30-35 lîreyan, salek û 3 meh ceza hate birîn.”   MAFÊ PERWERDEYÊ ASTENG KIRIN    Di berdewamê de Şahînkaya destnîşan kir ku 2 sal beriya xelasbûna cezayê wî yê 13 salan, derbasî hucreyeke yekkesî hatiye kirin û wiha qedand: “Ez li vir ji dibistana amadehî mezûn bûm û di ezmûnan de min Beşa Rojnamegeriyê ya Fakûlteya Ragihandinê ya Marmarayê qezenc kir. Lê belê ji ber ku ez neşandin girtîgeha vekirî, min qeyda xwe sekinand. Ji bo şewitandina înfaza min hinceteke weke ‘Liv û tevgerên ku pergala hundirîn têk dibe’ nîşan dan. Min îtîraz kir û dadgeriyê îtîraza min qebûl kir. Lê belê rêveberiya girtîgehê di 29’ê adara 2022’yan de dîsa biryar da û înfaza min şewitand. Vê carê jî hinceta ‘poşman nîne’ nîşan dan. Li dijî vê min dîsa îtîraz kir. Li gel ku cezayekê disiplînê derheqê min de nebû jî, Dadgeriya Înfazê ya Wanê îtîraza min red kir. Min vêcarê jî li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê îtîraz kir. Bi hêviya ku ev neheqiyên li me tên kirin, em dixwazin hûn bibin dengê me.”    MA / Mehmet Aslan