Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin 2022-06-16 10:58:37   STENBOL - Li Stenbolê, polisan di serdegirtina malan a hemwaxt de rojnameger û rêveberên HDP'ê jî di nav de gelek kesî binçav kirin.    Li Stenbolê, polisan bi awayekî hemwaxt bi ser gelek malan de girt. Rojnameger Salîha Aras ku Komeleya Modernîteya Demokratîk dixebitî û endam û rêveberên HDP'ê yên Stenbolê jî di nav de gelek kesî binçav kirin. Sedema binçavkirina nehat hînbûn û hat diyarkirin ku dibe hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.    Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hevberdevka Rexistinbûna Bajar a HDP'ê Besra Îşsever, Hevseroka HDP'a Uskudarê Aysel Ozbey, Erkan Tarim, Mumîn Odabaş, Harûn Bagatûr, Enes Ozdaş, Ercan Ozer û Salîha Aras."