Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn 2022-06-16 12:12:11   AMED - Çalakiya greva birçîbûna ya li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonê di roja 23'yemîn de didome. Girtî Alî Kayan, bang hestiyariyê li hemû sazî û dezgehan kir.    Li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Afyonê, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî desteserkirina amûran, ferzkirina nîzama eskerî û kiryarên kêfî yên îdareya girtîgehê ji 25'ê gulanê ve didome. Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 23'an û ji 10 girtiyên ku çalakiyê didomînin Alî Kayan, di hevdîtina bi telefonê bi malbata xwe re kir de xwest ku daxwazên wan bên qebûlkirin û pêkanînên li dijî wan bi dawî bibin û îşkence li girtîgehê nemîne.    Kayan, da zanîn ku çalakiya wan di 25'ê gulanê de bi beşdariya 6 girtiyan dest pê kiriye û niha hejmara wan gihîştiye 10'an û ev tişt gotin: "Em ji ber jimartina li ser piya, mehmeleya li dijî mirovahiyê, desteserkirina pirtûkan, nedayîna nameyên ku ji me re tên, neqebûlkirina daxwaza neqilkirina xwe, kirina girtiyan a hucreyên yekkesî ya bikêfî û şewitandina înfazan ketin grevê. Bila dengê me bê bihîstin û daxwazên me bên qebûlkirin."   Kayan, bang hestiyariyê li hemû sazî û dezgehan kir.