Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin 2022-06-16 12:13:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina MHP’ê ya Amedê ku bi bertîlan bûbû rojev, hate feshkirin û girtin.     Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin da zanîn ku rêxistina MHP’ê ya Amedê hatiye feshkirin. Yalçin, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya Twîtterê agahî parve kir û diyar kir ku li ser pêwîstiyê, rêxistina MHP’ê ya Amedê hatiye feshkirin û serokatiya bajêr hatiye girtin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêxistina MHP’ê ya Amedê ev demeke ji ber bertîlan di rojevê de ye. Hinek qeydên deng derketibûn holê ku rêveberiyên partiyê li hemberî pereyan, hinek kes li saziyên cemaweriyê bi cih kirine.