Ceza li rojnameger Aslan hat birîn 2022-06-16 13:23:55   ERZIROM - Bi angaşta "endamtiya rêxistinê" salek û 6 meh cezayê girtîgehê li nûçegîhanê DÎHA'yê ku bi KHK'ê hatibû girtin Mehmet Aslan hat birîn.    Danişîna doza ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleye (DÎHA) ku bi KHK'ê hatibû girtin Mehmet Aslan hatibû vekirin, li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Erziromê hat dîtin. Arslan, bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû û parêzerê wî li danişînê amade bû.    Arslan, sûcdariyên li xwe red kir û daxwaza beraeta xwe kir. Pişt re dozger mutalaaya xwe xwend û xwest ku ceza li Arslan bê birîn.    Heyeta dadgehê, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Arslan birî û biryara taloqkirina hikm da.