Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin berdin 2022-06-16 13:48:49   AMED - Xizmên girtiyan ku li Amedê nobeta xwe ya edaletê di roja 23'yemîn de didomînin, ev tişt gotin: "Girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin berdin."   Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan a li Amedê dane destpêkirin, di roja 223'yemîn de berdewam kir. Malbat, li pêşiya Edliyeya Amedê hatin gelhev û endam û rêveberiyên MEBYA-DER, MED TÛHAD-FED, TÛAY-DER, OHD û DBP'ê piştgirî dan malbatan.    'DAXWAZÊN ME MIROVÎ NE'   Xizma girtî Herdem Merwanî, diyar kir k nobeta wan ketiye meha 8'an û ev tişt got: "Em dixwazin daxwaza me ya berdana girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin bê qebûlkirin. Lê hin kesan guhê xwe ji daxwaza me re girtine. 8 meh in zilm li xizmên girtiyan tê kirin. Girtî nayên dermankirin û di şertên zor de dijîn. Her roj rewşa wan girantir dibe. Daxwazên me mirovî ne. Em mafê mirovan diparêzin. Lê rexmî vê jî kes dernakeve pêşberî me û ji bo van daxwazên me neaxive."   'HÛN Ê HETA KÎNGÊ BÊDENG BIMÎNIN?'   Merwanî, ji bo bihîstina dengê wan bang li mecrayên cuda yên çapameniyê kir û ev tişt anî ziman: "Werin dengê malbatên girtiyan bibihîzin. Hemû mafên girtiyan ji destê wan hatine girtin. Hûn ê heta kîngê vê paşguh bikin. Hûn jî dizanin ku ev heke ev pirsgirêk çareser bibe; wê aştî, aramî û ewlehî pêk were. lê çapameniya tirk li dijî vê bêdeng e."   'BILA JINGIRTÎGEHAN CENAZE DERNEKEVIN'   Piştî Merwanî xizma girtî Reşahat Ada jî ev tişt gotin: "Bila girtiyên nexweş bên tedawîkirin û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Em ê dev ji zarokên xwe bernedin. Zarokên me neheqiyê nekirine. Zarokên me ji ber ku ziman, nasname û xaka xwe parastine girtî ne. Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin. Bila vê bizanibin zarokên me ne bêxwedî ne û heta niquta xwîna xwe ya dawîn em bi têkoşîn û doza wan re bin."