Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin 2022-06-16 13:51:12   MÊRDÎN - Zilamê bi navê M.E.A. ku li dibistaneke seretayî ya Mêrdînê mamostetî dikir, xwendekarek tacîz kir. Li ser giliyê malbatê jî ev kes hate girtin.    Derket holê ku li dibistaneke seretayî ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê xwendekarek rastî tacîza zeyandî ya mamosteyê bi navê M.E.A. hatiye. Piştî ku zarokê bûyer ji malbata xwe re vegot, malbatê rewş bi rêveberiya dibistanê re parve kir û li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê gilî kir. Bi giliyê malbatê re serdozgeriyê derheqê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.    Li ser vê yekê jî M.E.A. hate binçavkirin û derxistin dadgehê. Dadgehê biryara girtinê da û şande girtîgehê.