Doza gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê taloq bû 2022-06-16 14:43:08   STENBOL - Danişîna doza ku li gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midurê Berpirsyar ê Karê Nivîsan Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd hatîp Dîcle hatibû vekirin taloq bû.    Li Stenbolê, Danişîna doza li gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hatibû girtin Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midurê Berpirsyar ê Karê Nivîsan Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd hatîp Dîcle hatibû vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin.    Aykol, Kaya, Kizilkaya û Dîcle tev li danişînê nebûn, parêzer Ozcan Kiliç li danişînê amade bû. Dadgehê, ragihand ku biryara ji bo girtina Dîcle di danişîna beriya niha de hatiye derketin nehatiye înfazkirin.    Piştre parêzer Kiliç, daxwaz kir ku kêmasiyên dosyayê bên derbaskirin. Dozger hî mîna parêzer xwest ku kêmasiyên dosyayê bên derbaskirin.    Herî dawî dadgehê biryara xwe ya navberê aşkera kir, biryar da ku li benda înfazkirina biryara derbarê Dîcle de hatiye derxistin bê sekinandin û danişînê taloqî 22'yê mijdarê kir.