Muzîkjenên di daweta ku zava lê hatibû girtin de hatin berdan 2022-06-16 15:18:50   STENBOL - Li navçeya Esenyurt ji ber kefiya rengê kesk, sor û zer danîbû li ser milê xwe zava û malbata wî 10 kes hatibûn girtin. Muzîkjenên dawetê ku hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li navçeya Esenyurda Stenbolê di 12’ê hezîranê de zavayek û 9 kesên pê re ku li eywana mehrbirînê ya şaredariyê dawet kiribûn, polîsan ew vexwendibûn îfade girtinê. Zava Mesûd Karçik û yên li gel wî ji bo îfade bidin polîsan çûbûn Qereqola Kiraçê. Polîsan bi hêceta ku zava kefiya kesk, sor û zer daniye ser milê xwe û yên pêr e binçav kiribûn.    10 KES HATIN GIRTIN   Di dawetê de ji bilî rengên kesk sor û zer stranên di dawetan de hatin gotin jî kirin mijara sûc. Li aliyê din polîsan îdia kir ku di dawetê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” jî hatiye berzkiri û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” îfadeya 10 kesan girtin. Piştî kirariyên îfadeyan 10 kes sewqî Edliyeya Buyukçekmeceyê hatin kirin. Dozger berî ku îfadeyê bigire her 10 kes bi daxwaza girtinên sewqî Dadgeha Cezayê ya Sulh hatin kirin. Dadgehê derbarê 10 kesan de biryara girtinê da. Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Sîlîvriyê hatin kirin.    MUZÎKJEN HATIN BERDAN   Piştî ku 10 kes hatin girtin vê carê jî duh bi şev ji muzîkjenan Orgvan Celadet Doner, Temburvan Orhan Îdîz, Solîst Senar Ok û Bilûrvan Hakan Îdîz hatin binçavkirin. Muzîkjenên ku hatin binçavkirin, birin Qereqola Polîsan a Kiraçê û piştî kirariyên îfadeyan saetên di serê sibê de sewqî Edliyeya Buyukçekmece hatin kirin. Dozgeriyê muzîkjen bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê ya Sulhê kirin. Dadgehê jî muzîkjen bi qedexeya derketina derveyî welat berdan.