Dema binçavkirinê ya rojnameger Încî Hekîmoglu hate dirêjkirin 2022-06-16 15:19:40 ÎZMÎR - Rojnameger Încî Hekîmoglu di saetên serê sibehê de hate binçavkirin û dema binçavkirinê ya Hekîmoglu ji bo 2 rojan hate dirêjkirin. Li hêla din ÎGC’ê têkildarî Hekîmoglu û 16 rojnamegerên hatine girtin daxuyaniyek da û bertek nîşan da.    Rojnameger Încî Hekîmoglu di saetên serê sibehê de hate binçavkirin û dema binçavkirinê ji bo 2 rojan hate dirêjkirin. Hat zanîn ku Hekîmoglu bi hinceta parvekirinên ser medyaya civakî hatiye binçavkirin û niha li TEM a Îzmîrê tê ragirtin.    Parêzerê Hekîmoglu, Erdogan Aydogdu da zanîn ku derheqê naveroka dosyayê de agahiyek nayê dayîn û rewşa tenduristiyê ya Hekîmoglu baş e. Parêzer Aydogdu, diyar kir ku li gorî texmîna wan Hekîmoglu ji ber parvekirinên xwe yên li dijî Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag hatiye binçavkirin.    ÎGC: EM BI HEMPÎŞEYÊN XWE RE NE   Di heman demê de Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê (ÎGC) têkildarî girtina 16 rojnamegeran a li Amedê û Încî Hekîmoglu de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku polîtîkaya zext, gef û bêzarkirinê ya li ser rojnamegeran berdewam kir û ev tişt hatin gotin: “Hema hema her roj hempîşeyên me tên binçavkirin û girtin. Mixabin ev yek bûye rêbazekî klasîk ê Tirkiyeyê. Divê zextên li ser rojnamegeran bi dawî bibin. Divê hemû kesa baş bizane ku ne qanûna wan a sansûrê û ne jî polîtîkaya wan a bêzarkirinê dê bi ser nekeve. Tevî her bedelekî jî dê rojnameger peywira xwe bidomînin. Em dîsa dibêjin ku em bi hempîşeyên xwe yên girtî û binçavkirî ne. Dê têkoşîna me ya ji bo rojnamegeriyeke azad bidome.”